Weşanxaneya Sîtavê bi 25 pirtûkên nû ji fûarê re amade ye 2019-09-26 11:16:24   WAN - Weşanxaneya Sîtavê 21 jê kurdî 4 jê tirkî bi giştî bi 25 pirtûkên nû ji Fûara Pirtûkan a Amedê re amade ye. Xwediyê weşanxaneyê Kahîr Bateyî bang li xwîneran kir û xwest ku li weşanxaneyên kurdî xwedî derkevin.    Weşanxaneya Sîtavê 21 jê kurdî 4 jê tirkî bi giştî bi 25 pirtûkên nû, ji 7'emîn Fûara Pirtûkan a TUYAP'ê ya Amedê ku dê di navbera 28'ê Îlonê û 6'ê Cotmehê de bê lidarxistin re amade ye. Xwediyê weşanxaneyê Kahîr Bateyî diyar kir ku dê bi giştî 150 pirtûkan tevlî fûarê dibin û bang li xwîneran kir û xwest ku li pirtûkên kurdî yên weşanxaneyên kurdî derkevin.     'EM 4 MEH IN AMADEKARÎ DIKIN'   Bateyî anî ziman ku 4 meh in ji fûarê re amadekarî dikin û wiha got: "Em bi 25 pirtûkên nû tevlî fûarê bibin. Ji van pirtûkan 21 jê kurdî 4 jê jî tirkî ne. Em dixwazên ku xwînerên kurdî eleqe nîşanî fûarê bidin. Divê herkes li kurdî xwedî derkeve. Kurdî roj bi roj bi windakirinê re rû bi rû dimîne. Em qebûl bikin jî nekin jî kurdî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Di salên dawîn de gelek berhemên kurdî hatin weşandin û danasîna wan hat kirin lê eleqeyeke zêde nabînin. Em bawer dikin ku dê gelê me hê zêdetir hestiyar tevbigere."    'DIVÊ XWEDÎ LI KURDÎ BÊ DERKETIN'   Di berdewamê de Bateyî destnîşan kir ku kurdî êdî bûye weke zimanekî biyanî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kurdî ne tê axaftin û ne jî lê xwedî tê derketin. Ev rewş ji bo kurdî cihê şermê ye. Ev hem trajediyeke û hem jî şermeke mezin e. Dê rojek dîrok hesabê vê yekê bipirse. Heke saziyên kurdî li ziman xwedî dernekevin, dê ji Ewropa heta Tirkiyeyê zimanê kurdî weke zimanê biyanî bimîne. Ji ber vê sedemê divê xwînerên kurd xwedî li kurdî û wêjeya kurdî derkevin. Heke herkes li zimanê xwe xwedî derkeve û bike meseleya hebûn û tunebûnê dê vê rewşa zimanê kurdî biguhere."   Pirtûkên ku Weşanxaneya Sîtavê cara yekemîn li Fûara Pirtûkan a Amedê derxe pêşberî xwîneran wiha ne;   *Çîrokên Quncukê Dojehê-Mihemedê Ehmoyê Kejo   *Alîkariya Destpêkê- Dr. Erdal Sîpan   *Kaniya Pêncçavî   *Di Dîroka Kurdistanê De Çel-Dennıs Dargul   *Xizêmak- Nûdem Hezex   *Komara Kurdistanê û Mehkemekirina Pêşewa Qazi Mihemed-Seid Veroj   *Kurdîzade Ahmed Ramiz –Seîd Veroj   *Külîlk û Şikevlatu –Mehmet Oncu   *Pêkenokên Gelêrî-Mehmet Oncu   *Serhatî û Serboriyên Kurdan – Mehmet Oncu   *Esîr Dunyalar- Firat Ozdemîr   *Kayıp Öyküler-Emin Sarı   *Dilka Dayikê-Silêman Feqîyanî   *Siwarê Evînê-Brader Mûsîkî   *Rastnivîsa Kurdî-Halil Aktuğ   *Sêbareya Zindana-1 Cuhû-Menaf Osman   *Guldesteyek Ji Çîrokên- Sadik Hidayet Cafer Açar   *Mîrza Mihemed –Sîlêman Feqîyanî   *Gülistana Min –Ahmet Huseyîn   *Gulşilan- Mehmet Ali Çawlî   *Kenistan – Memê Miksî   *Yasakli topraklarin çocûklarinin aşki- Servet Ozkan   *Perdeyê Reş-  Qahir Bateyî   *Ruzgar ve Yaprak- Abbas Kiarostami