Ji Evdirrehîm Rehmî Hekarî heta niha: Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje 2019-09-29 09:04:56   WAN - Şanoya Mencelê bi dirûşmeya "Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje" dest bi Mihrîcana Şanoyê ya 2'yan a Mencelê dike. Wê mihrîcan di 10'ê Cotmehê de dest pê bike. Ev mihrîcanê diyarî Evdirrehîm Rehmî Hekarî tê kirin ku 100 sal berê texsta ewil a şanoya kurdî nivîsandiye. Şanoger Pelînaz Delazy, got: "Me replîk li replîkên Evdirrehîm Rehmî Hekarî zêde kirin û me xwe gihand roja îroyîn."    Li Wanê, wê îsal bi dirûşmeya "Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje" Mihrîcana Şanoyê ya 2'yan a Mencelê bê lidarxistin. Wê mihrîcana ku ji aliyê Şanoya Mencelê ve bê lidarxistin di 10'ê Cotmehê de dest pê bike û wê hate 20'ê Cotmehê bidome. Wê di mihrîcanê de yek jê ji derveyîw elat û 11 jê ji Tirkiyeyê 12 lîstik bên lîstin. Her wiha wê di mihrîcanê de dans jî hebe û wê panel jî bên çêkirin. Wê lîstik li Sahneya Mencelê ya li Navenda Kar a Aydin Perîhan bên lîstin. Her wiha wê li navçeya Îpekyolû û Erdîşê jî bên lîstin.    Wê di mihrîcanê de ligel lîstikên şanoyê yên kurd, wê yên tirkî jî hebin.    Şanoger Perînaz Delazy, ji bo mihrîcanê gazî gelê Wanê kir.    TU JÎ REPLÎKEKÊ BÊJE   Delazy, bilêv kir ku eleqeyeke mezin ji bo şanoya kurdî heye û got, li Wanê navnîşana şanoyê Şanoya Mencel e. Delazy, destnîşan kir ku ew û komên şanoyê yên alternatîf hatine gel hev û ji bo gelê Wanê bernameyek amade kirine û got: "Eleqe û xwedîderketineke baş ji bo mihrîcana ewil hebû. Loma me xwest em her sal mihrîcanê li dar bixin. Armanca me ew e ku em şanoyê bigihînin şanohezan û nîşan bidin ka şanoya kurdî çawa hatiye heta roja îroyîn û bi çi astengiyan re rû bi rû maye."    Delazy, anî ziman ku wan ev mihrîcan diyarî Evdirrehîm Rehmî Hekarî kiriye ku 100 sal berê teksta ewil a şanoya kurdî nivîsandiye û got: "Gelek nivîskarên şanoyê hene ku em navên wan nizanin. Me jî daye dû vê ked û mîrateyê. Wê bi vî awayî şanoya kurdî winda nebe. Evdirrehîm rehmî hekarî, 100 sal berê replîka xwe ya ewil got û me jî replîk li vê replîkê zêde kirin û hatin heta roja îroyîn."    BERNAMEYA MIHRÎCANÊ    10'ê Cotmehê    Zargotin Zêrgotin e   11'ê Cotmehê    Mirin û Keçik Medea   12'ê Cotmehê    Medea Ji Akademiyêre Raporek   13'ê Cotmehê    Ji Akademiyêre Raporek 4 Kapı 40 Makam   14'ê Cotmehê    4 Kapı 40 Makam Dê Bigihijin Hevdû   15'ê Cotmehê    Dê Bigihijin Hevdû Du Jin Du Lîstikvan   16'ê Cotmehê    Tırnak İçinde Hizmetçiler Tırnak İçinde Hizmetçiler   17'ê Cotmehê    Rulet Bir Kadın Uyanıyor   18'ê Cotmehê    Bir Kadın Uyanıyor Xewnek Şeva Havînê   19'ê Cotmehê    Xewnek Şeva Havînê Tenê Ez   20'ê Cotmehê    Tenê Ez