Serokê DTSO’yê Kaya: Xwîner mîna biçin mitîngê diherikin pêşengeha pirtûkan 2019-09-30 14:10:03   AMED – Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya diyar kir ku tevî hemû dûreparêzên rayedarên TUYAP’ê û hin weşanxaneyan jî ji bo li dar xistina pêşengeha pirtûkan hewldanan kirine û ew di 9 rojên pêşengehê de li benda 200 hezar xwîneran in û xwîner mîna mitîngê diherikin pêşengehê.  7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Şîrketa Anonîm a Çêkirina Hemû Pêşengehan (TUYAP) ve tê lidarxistin û malovaniya wê Odeya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) dike di roja sêyemîn de didome. 160 weşanxane beşdarî pêşengehê bûne û 220 nivîskar û helbestvan dibin mêvanê pêşengehê û beşdarî çalakiyan dibin. Di nava du rojên pêşengehê de 53 hezar û 804 kesan ziyaret kiriye. Weşanger ji vê serdana bi deh hezaran kes kêfxweş in.    Li gel rayedarên TUYAP’ê hin weşangerên li Amedê ji ber atmosfera siyasî ya rageşî nêrîna wan ew bû beşdarî pêşengehê nebin. Lê DTSO’yê ket nava hewldanan û hat zanîn ku DTSO’yê rayedarên TUYAP’ê û Yekîtiya Weşangerên Tirk qanih kiriye.    ‘ARMANCA ME EW E HER MEHÊ CAREK PÊŞENGEH PÊK WERE’    Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku ji bo pêşengeh li Amedê bê lidarxistin hemû rîskên dane ber çavên xwe û dê ji niha şûn ve jî ji bo li dar xistinê fedekariyê bikin. Kaya got armanca wan ew e her meh pêşengehekê li dar bixin.    Kaya anî ziman ku ev pêşengehê xîtabî hemû herêmê dike û ew girîngiyê didin pêşengeha pirtûkan. Kaya got li gel vê pêşengehê ew salê 7 pêşengehan li dar dixin û vê pêşengehê nefes daye Amedê. Kaya da zanîn ku ew dixwazin li gel şîrketa pêşengehê tenê ne li Amedê ji bo li dar xistina van pêşengehan hem li Başûr û hem jî li Rojavayê Kurdistanê zemînê amade dikin.    Kaya anî ziman ku ji ber derbarê hin pirtûkan de biryara komkirinê hatine derxistin hejmara wan zêde ye hin xwîner ji bo wan pirtûkan bi dest bixin tengezariya dikişînin.    ‘MÎNA KU BIÇIN MITÎNGÊ HERIKÎN HEYE’    Kaya di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Hin kes ji bo beşdariya vê pêşengehê dûreparêziya wan heye. Bêguman yek ji astengiyên herî girînge ku derdikeve pêşiya me. Me wek DTSO’yê hem bi rayedarên TUYAP’ê û hem jî bi Yekîtiya Weşangeran re axivî, me desteka wan girt û ya rast me wan qanih kir. Me ji wan re got ku ev pêşengeh bi pêşengiya DTSO’yê tê lidarxistin. Di dawiyê de ev bajar bajarê me ye. Atmosferek germ li pêşengehê heye. nêzî 300 nivîskar, akademîsyen, helbestvan û ramanger hem pirtûkên xwe îmze dikin û hem jî beşdarî panelan dibin. Tên vir tenê tenê pirtûkan nafiroşin yanî heta êvarê çalakî û şahiyên rengîn li dar dixin. Wê 9 rojan dewam bike. Em îsal li benda 200 hezar xwîneran in ku pêşengehê ziyaret bikin. Wek ku tê dîtin Amedî mîna biçin mitîngê tên pêşengehê. Çima tên? Ji ber ku pirtûkên bi reng, ziman û çanda xwe dibînin. Ji bo zanînê pêşengeh gelek girîng e.”