Komîna Fîlman a Rojava di 13'ê mijdarê de mîhrîcana navneteweyî li dar dixin 2019-09-30 15:45:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna Fîlman a Rojava, wê di 13'ê mijdarê de 4’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî li dar bixin. Komîteyê heta niha hezar û 500 fîlm ji piranî welatên cîhanê wergirtine.   Mîhrîcana Fîlman a Rojava cara yekemîn ji hêla Komîna Fîlman di 13’ê mijdara 2016’an de hat lidarxistin. Di 13’ê mijdarê de ji bo rêzdariya şehîdên şewata Sînemaya Amûdê ya 1962’yan ku 283 zarok bûbûn qurbanî, çalakî tên lidarxistin. Komîna Fîlman a Rojava, ji meha hezîranê ve dest bi amadekariyên mîhrîcanê kir. Mîhrîcan bi sponseriya Komîna Fîlman a Rojava, Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunerê û bi beşdariya kesayetên cîhanî, dest pê bike. Komîteya amedekar heta niha ji Rojhilatê Kurdistanê 100 fîlm, ji Başûrê Kurdistanê 11 fîlm û ji Bakurê Kurdistanê 27 fîlm wergirtine.   Di sala yekemîn de, tenê mîhrîcan pêşandana belgefîlmên ji berhemên Rojava bûn. Hedef ji wê pengavê jî zanîna Komîna Fîlman a Rojava hêz û enerjiyên li gel heyî ne. Di sala duyemîn de fîlm ji derveyî Rojava wergirtin. Komînê nêzî 400 fîlm wergirtin û pêşkêş kirin. Lê di sala sêyemîn de mîhrîcan diyarî berxwedana Kobanê bû. 600 fîlm ji beşdariya çalakiyên mîhrîcana sêyemîn hatin şandin. Lê li gorî îsal, mîhrîcan bi navê ‘Mîhrîcana 4’emîn a Fîlman a Rojava ya Navneteweyî’, hat birêxistinkirin.   DÊ HEZAR Û 500 FÎLMAN WERGIRIN   Endama Komîna Fîlman a Rojava û endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Safînaz Ebikê diyar kir ku dê heta nêzî hezar û 500 fîlm û belgefîlman wergirin û got: "Hê jî wergirtin berdewam e. Komîteya amadekar niha li ser vebijartina fîlman li gorî mercên ku dê beşdar bibin, dixebite. Komîteya amadekar a mîhrîcanê her salê fîlmekê ji bo beşdariyê hildibijêre. Mîhrîcan bi giştî der barê çanda gelan de ye. Dê li ser 3 beşan be; beşa bingehîn, fîlmên biçûk in. Ev beş jî ji hêla beşdarbûnê ve vekirî ye û dê fîlmên piştî 2018’an wergirin. Beşa duyemîn jî belgefîlm in û der barê mijarên berxwedanê de ne. Beşa sêyemîn jî, beşa fîlmên dirêj û romanî ne. Fîlmên ku tên wergirtin der heqê cihêrengiya pêkhate û gelên parastina çand, folklor û mîraseya xwe dikin de. Tişta ku balkêş a mîhrîcana îsal ji mîhrîcanên berê, wergirtina fîlman ji tevahî dewletên cîhanê mîna Amerîka, Efxanistan, Hindistan, Tirkiye, Almanya û hwd û wiha anî ziman: “Ev beşdarî cihê şanazî û serbilindiyê ye.” Her wiha ji parçeyên Kurdistanê jî gelek fîlm hatin. Komîteyê heta niha ji Rojhilatê Kurdistanê 100 fîlm, ji Başûrê Kurdistanê 11 fîlm û ji Bakurê Kurdistanê 27 fîlm wergirtine.