Bi pirtûkên balkêş li pêşengehê cihê xwe girtiye 2019-10-01 09:54:36 AMED – Weşanxaneya Rûpelê bi pirtûkên xwe yên balê dikişînin ser xwe li 7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê cihê xwe digire û bang li xwîneran dike ku bêtir bala xwe bidin ser pirtûkên kurdî.  Li Amedê Pêşengha Pirtûkan a 7’emîn li bi beşdariya 160 weşanxaneyan û 220 nivîskar û helbestvanî ku tê lidarxistin di roja 4’emîn de dewam dike. Din ava rojê de li Pêşengehê çalakî û şahiyên cûr bi cûr tên birêvebirin. Nêzî 20 weşanxaneyên kurd jî bi rengên xwe beşdarî Pêşengehê bûne. Yek ji van weşanxaneyan jî ku navenda wê li Elmanyayê ye û beşdarî pêşengehê bûye Weşanxaneya Rûpel e. Weşanxane bi pirtûkên xwe yên balê dikişînin ser xwe dezgehên xwe ji xwîneran re vekiriye.    Pirtûkên li ser dezgehê Rûpelê tên dîtin giştî ji wan xebatên lêkolîna dîrok, wêje û ferhengên kurdî ne. Li ser dezgehên Rûpelê pirtûkên bi zaravayê kirmanckî (zazakî) jî hene.   Çend pirtûkên li ser dezgehên Rûpelê balê dikişînin wiha ne: “Le Monde diplomatique kurdî Gotarên Redaksiyona Kurdî 1, Le Monde diplomatique kurdî Gotarên Redaksiyona Kurdî 2, Le Monde diplomatique kurdî Arşîva Bîra Kurdan, Nameyên Nuredîn Zaza, Kulê 38î ya bi zaravayê kirmanckî ku behsa jenosîda Dersimê dike û Edebiyatê Fekkî yê Kirmanckî ya Herêma Sêwregê.”    Berpirsa Weşanxaneya Rûpelê Şenay Kumuz da zanîn ku ew bi pirtûkên xwe yên cuda hem bi zaravayê kurmancî û hem jî zaravayê kirmanckî li pêşengehê ne û ew dixwazin xwîner bêtir bala xwe bidin ser pirtûkên kurdî.