Folklora Me bi hejmara payîzê derket 2019-10-02 10:12:09 AMED – Kovara Foklora Me ya bi dirûşma “Zargotin pişt e, folklor her tişt e” tê weşandin bi hejmara xwe ya sêyem ango payîzê bi naverokek têr û tije derket.     Kovara Folklora Me ya bi dirûşma “Zargotin pişt e, folklor her tişt e” ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve tê weşandin, bi hejmara xwe ya sêyem ango demsala Payîzê li ber destê xwînerên xwe ye. Ev hejmar jî wek hejmarên yekemîn û duyem jî xwedî naverokek têr û tije ye.    Kovar bi berga pêş ku rengê payîzê temsîl dike kelandin ango fûrandina dimsê û berga paş jî bi şikeftên Hîlara Erxenî balê dikişîne ser xwe.    Ji navên kanî û cihan bigire heta navên jin û mêran li herêman di naveroka vê hejmarê de cih digire. Her wiha di ve hejmarê de cih ji nebat, zad, çûk, nivîsên wek çîrok û biwêjan hatine veqetîn û xaçepirsa foklorê li vê hejmarê hatiye zêdekirin.    Edîtorê kovarê Eşref Keydanî li ser mijarên zargotinê hevpeyvîn “bi aşiqê zargotinê re” Hîlmî Akyol re kiriye.    Berhevka Nîhat Oner li ser jiyana dengbêjê nemir Evdalê Zeynikê gotarek pêşkêşî xwîneran kiriye. Peyvên li hin herêman kêm tên nasîn hatine vegotin. Lîstikên zarokan li gundê Qaziyê  jî hatine nivîsandin. Li ser peyvên rezvaniyê yên li herêma Kercewsê ango Torê hatiye rawestandin.    JI EDÎTOR    Ji beşek edîtoriya kovarê wiha hatiye gotin: “Di vê hejmarê de hûn dê rastî hin xebatên cuda bên. Rênas Xendekî li ser navê çûkên li Botanê nivîsiye. Mem Mûkriyanî ketiye pey nav û taybetiyên hin giyayên Mêrdînê. Mahîr Ugur jî berê xwe daye navê jin û mêrên Meletiyê. Li gel van berhevkarê dilsoz Oktay Altun ji bo we xwîneran xaçepirsa folklorê amade kiriye.    Keresteyên ji Panos, Pasûr, Behdînan, Sêrt, Agirî, Erxenî, Colemêrg, Qereyazî, Kercews, Silopiya, Farqîn û Cizîrê hatine dê bîra me me kûrtir, zanîna me zêdetir bikin. Guh bidin Evdalê Zeynikê ku seh bikin çawa dilorîne li ser qulingî. Sitya Mamê bixwînin û jinxasê nas bikin ku çawa şer dike bi bav û birayê xwe re ji bo evîna xwe.   Heta berfa sor ne, heta berfa vê zivistanê, de bi xatirê we.”