Demsala mehsereyê didome 2019-10-03 09:17:21 AMED - Bi hatina payîzê re welatiyên diçin mehserê, ji bo zivistanê bastêq û beniyan çê dikin.  Li herêmê demsala mehseran didome. Tiriyê ji nav rezan tê berhevkirin pêşî dikin şîre û paşê di sîtilan de tê kelandin. Paşê ji bo zivistanê bên xwarin bastêq, benî û dims tên çêkirin.    Ji welatiyên li gundê Mukriyan ê Hênê diçin mehseran Şukriye Orde (58), bilêv kir ku wan dest bi berhevkirina tirî kiriye û got, em pêşî tirî dieciqînin û paşê ava wan dadiwerivînin. Orde, da zanîn ku ji bo rengê bastêqê hinekî vebe û bakteriyên xisarê didin mirov tune bibin ew hinekî ax tev lê dikin û paşê dikelînin. Orde, bilêv kir ku piştî kelandinê ew kefa li ser şîreyê radikin û gava şîre hinekî sar dibe ew hinekî arvan tev li nav dikin û paşê li ser çarşefeke tenik radixin û çend rojan li ber tavê dihêlin. Orde, diyar kir ku piştî rojekê ew bastêqa şi ser çarşefê radikin.    Hatûn Orde (52) jî bilêv kir ku ji bo beniyan ew gûzan dişikînin û paşê bi derziyê bi ben vedikin. Piştî benî hinekî li ber tavê tên sekinandin, ji bo zivistanê tên hilanîn.    MA / Omer Akin