Sêwîxaneya Ermeniyan bûye warê tiryakêşan! 2019-10-03 09:18:03 RIHA – Xana Gel ku di sedsala 16'an de hatiye çêkirin û di sedsala 20'an de wekî Sêwîxaneya ermeniyan hatiye bikaranîn, ji ber projeyên nehatine temamkirin niha hema bêje veguheriye axuran.  Li Rihayê, Xana Gel ku di sedsala 16'an de hatiye çêkirin û di sedsala 20'an de wekî Sêwîxaneya Ermeniyan dihat bikaranîn, ji bo bê nûkirin dest bi xebatan hatibû kirin lê belê tu tişt ji xebatên hatin kirin derneket. Pêşî ji bo restorekirinê xan dewrî Wezareta Çand û Turîzmê hatibû kirin û paşê ji bo bibe muze tahsîsî Îdareya Taybet a Bajêr hatibû kirin. Paşê jî di sala 2006'an de Atlas Holdîngê ji bo xanê bike otêl serî li Wezareta Çand û Turîzmê dabû. Wezaretê serlêdana holdîngê di sala 2010'an de qebûl kir. Li gor serlêdanê diviya proje di sala 2014'an de temam bibe, lê belê proje nîvco ma. Di sala 2014'an de vê carê jî Wezareta Çand û Turîzmê û Walîtiya Rihayê bi hev re dest bi projeya restorasyonê ya herî mezin kirin û diviya ev proje di nav salekê de biqediyana. Xan, dewrî şîrketeke taybet hat kirin da bike otêleke 5 stêrkî. Lê belê ji ber şîrketa taybet niakribû di bin 50 milyon dolarê ji bo restorasyonê rabe proje hat sekinandin û dora xanê bi têlan hat girtin. Niha ev xan bûye warê tiryakêşan û kavil bûye.    Serokê Odeya Rehberên Turîstan a Rihayê Muslum Çoban, destnîşan kir ku divê rojek berî rojekê xan bê çêkirin. Çoban, diyar kir ku xana navbirî ji bo Rihayê pir biqîmet e û divê ji bo turîzê bê çêkirin. Çoban, da zanîn ku herî dawî xan dewrî şîrketeke taybet hatiye kirin û got: "Bi îhaleyê dan şîrketeke taybet. Şîrketê jî bi lez û bez dest bi xebatan kir, lê belê paşê ji ber hin sedeman xebat sekinîn. Mixabin niha hatine rawestandin. Divê ew der rojek berî rojekê bê çêkirin. Heke bivê divê projeyeke nû bê çêkirin. Ew der ji ber mîmariya xwe ji bo otêlê guncav e. Her wiha dibe ku bibe cihên bênvedanê ji bo turîstan."