10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd dest pê dike 2019-10-23 10:51:12 STENBOL - 10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd ku wê li Hambûrgê bê lidarxistin, di 30'ê Cotmehê de dest pê dike 10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd ku wê li Hambûrgê bê lidarxistin, di 30'ê Cotmehê de perdeyên xwe vedike. Mihrîdan dê bi konsereke muzikê dest pê bike û vekirina wê bi fîlmê “Sister's in Arms" yê derhênerê fransî Carolîne Foûrest ku îlhama xwe ji têkoşîna jinên kurd a li dijî DAIŞ'ê girtiye bê kirin.    Mihrîcan dê heta 6'ê mijdarê berdewam bike û filmên dirêj û kurt, belgefîlm û filmên zarokan jî di nav de dê bi giştî 37 film bên nîşandan. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê film di mihrîcanê de cih bigirin û li eywanên Zeise Kino, Studio Kino û 3001 Kino bên nîşandan.    Di mihrîcanê de li gel fîlman dê bi beşdarbûna lîstikvan û derhênerên girîng ên kurd 4 panel jî bên lidarxistin. Dê panel û bernameyên zarokan bê pere bin.    Bernameya mihrîcanê dikare li ser vê "www.hkff.de" navnîşanê bê hînkirin