Amûrên çandiniyê ji nûve bi teşe dike 2019-10-26 09:52:51   DERSIM – Enver Bazir ê li navçeya Pertagê dijî amûrên salên berê di karên çandinî û malê de dihatin bikaranîn ji nûve şekil didê û çêdike.    Enver Bazir (77) ê ji mamostetiyê malnişîn bûye û li gundê xwe Ulpinara navçeya Pertega Dersimê dijî amûrên çandiniyê yên dîrokî û amûrên di karên gundan de tên bikaranîn ji nûve ji dar û textikan çêdike. Bazir amûrên wek destar, gundor (merdan-bageran), aşê avê, şehê hiriyê, gasin, kevçî, qefes, makîneya bênderê û gelek tiştên din bi destên xwe çêdike û ji nûve teşe didê. Bazir amûrên xwe bêtir ji darên gûz, tû û tawiyan çêdike. Hin amûran di 2-3 mehan de diqedîne. Hin amûran jî di heman rojê de diqedîne.    Bazir dibêje armanca wî ew e ku ew amûrên kevnare yên herêma Dersimê neyên jibîrkirin û ji bo amûrên wî veguherin muzeyekê, ew dixwaze amûrên xwe bide muzeyek di bin banê şaredariyekê de.    ‘QEFESE AZADIYÊ HEFS DIKE’    Bazir da zanîn ku wî ewil wek hobi bi çêkirina qefesên kewan dest bi çêkirina van amûran kiriye û ji ber qefes azadiya çûkan hefs dike wî dest ji çêkirina qefesan berdaye û dest bi çêkirina amûrên din dike.    DIXWAZE LI PEY XWE MÎRATEYEK BIHÊLE    Bazir diyar kir ku wî van amûrên di bîra wî de mane bi hêza xeyal û fikrên xwe çêkiriye û xwestiye bîranînên xwe yên zarokatiyê zindî bike. Bazir got ew dixwaze ku mîrateyek dîrokî li pey xwe bihêle û ew pir dixwaze ciwan li ber destê wî fêr bibin û çêkirina van amûran berdewam bikin.   MA / Semra Turan