'ku helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê...' 2019-10-26 10:48:00 AMED – Pirtûka ewil a helbestvan Selam Çinar a bi navê “ku helbestvan bixwaze” ku tenê ji helbestekê pêk tê ji Weşanên Wardozê derket. Weşanên Wardozê ku li ser folklora kurdî dixebite û weşangeriyê dike, yekem car pirtûkek helbestê çap kir. Ev pirtûka helbestê jî ya helbestvan Selam Çinar e. Wardozê pirtûka bi navê “ku helbestvan bixwaze” ya Çinar çap kir. Pirtûk ji 91 rûpelî pêk tê û tenê helbestek lê hatiye kirin.    Ev pirtûka helbestvan a yekem e. Xwîner ango hezkiriyên helbestan dikarin pirtûkê ji pirtûkfiroşan temîn bikin.   SELAM ÇINAR KÎ YE?   Di sala 1983’an de li gundê Bedûrliyê ya bi ser navçeya Çinara Amedê ve hatiye dinê. Beşa feylesofiyê xwendiye. Ev pirtûka wî ya ewil e çap dike.    Çend riste ji pirtûkê wiha ne:   “ku helbestvan bixwaze dikare bi gulekê biharê bîne bixwaze dikare bi guleyekê jî bîne”    “ku helbestvan bixwaze dikare bi çêlekê ra biaxive navê wê jê bipirse çend golikên wê hene çend salî ye herî pir ji kîjan giyayî hez dike dikare sebeba orîna wê jê bipirse ewqas ji dil çi dibêje çêlek?"   “ku helbestvan bixwaze  dikare bibêje, stêrk ne li ciyê xwe bin gerdûn xwar e Pêşewa ne li pêiya gelê xwe bin gerdûn xwar e Dewrêş ne li er pişta Hedbênê xwe bin gerdûn xwar e Edûl û Zîn ne li cengê bin gerdûn xwar e Rindêxan li ser Pira Malabadê perwaz nedin gerdûn xwar e"   “ger helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê,  wê qesifiyê di qirika wê da sar û zuha bike teniya heft gundan tê bide, rûyê wê reş bike bi rêxa heft sed welatî, wê biseyîne, boyax bike koma gûgerînekan berdê, ji mişk û maran, kêzik û kurmikan ra terxan bike, de bila bibe îbret û filîm di nav alemê da, nefsek, bi tenê nefsek bîrareşî bi ser da neyê qêrîna ku wê bi ser bajêr dixist,  ji bîr neke”