Li Mêrdînê kevneşopiya rez berdanê dewam dike 2019-10-28 09:06:03 MÊRDÎN - Welatiyên li herêma Zinnar a Mêrdînê dijîn, bi hilbijartina tirî kevneşopiya çêkirina benî, bastiq û dimsê dewam dikin.  Li herêma Zinnar a navenda Mêrdînê, bi hilberîna tirî li her malê kevneşopiya çêkirina benî, bastîq û dimsê dewam dike. Malbata Adamiş a li herêma Zinnar a Taxa Yalin a navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijî, yek ji malbatên ku vê kevneşopiyê dewam dikeye. Ferdên malbatê tiriyên kom dikin dixin kisan û dûre ava wê derdixin. Malbat vê avê piştre dikeline û dixe dims. Jina 93 salî Seyran Admiş a şîreyê dikeline, diyar kir ku ew hewl didin vê kevneşopiyê dewam bikin.   KARBEŞIYÊ DIKIN   Mulkiye Admiş a 42 salî, diyar kir ku ji bo vî karî ew saet 5’ê sibê şiyar dibin û wiha axivî: “Em saet 5’ê sibê diçin nava rez û tirî kom dikin. Tiriyên em kom dikin, em dixwin kîsan, diguvişin û li ser agir dikelînin. Piştî ku şîre dikele em hinek didin rawestandin. Dûre em hinek ard dixin navê û dîsa dikelin in. Ev karê kelandina şîre 4 5 saetan dewam dike.” Pelşîn Admîş a 25 salî jî, da zanîn ku ji bo vî karî ew dinava xwe de karbeşiyê dikin û ji bo ku benî zûha bibe 3 rojan li ber rojê dihêlin.   'TENÊ DI DEMA TIRÎ DE ÇÊDIKIN’   Ramazan Admiş ê 45 salî jî, diyar kir ku ew ji kal û pîrên xwe ferî vî karî bûne û wiha got: “Li herêma Zinnar ax biberekete. Li vê derê gûz, bindeq û behîv şîn dibin. Qalikê qiriyê herêma Zinnar tenike. Ji ber vê ji bo dims, benî û bastîqê pir başe. Bi dest pê kirina hilberîna fabrîqeyan, kesên ku ev kar dikirin kêm bûn. Em di 15’ê Îlonê de dest bi rez berdanê kir. Ev karê me wê heya meha Mijdarê dewam bike. Em rojê 70 kîlo gûz dikin benî.”   Admiş, da zanîn ku benî ji bo tenduristiyê pir başe û da zanîn ku ev beniyên bi gûz depoya vîtamînê ye.