Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê 2017-12-04 09:06:07 AMED - Saziyên çand û hunerê yên Pale Huner, Şanoya Bajêr a Amedê û Mala Hunerê ya Duçemê dê di Kanûnê de bi bernameyên têr û tijî derkevin pêşberî hunerhêzan. Sazî dê bi bernameyên fîlm, nîqaşên wêjeyê, xwendina helbestan, dîwana dengbêjan û muzîk derkeve pêşberî gel.  Saziyên çand û hunerê Pale Huner, Şanoya Bajêr a Amedê û Mala Hunerê ya Duçemê dê di vê mehê de bi bernameyên têr û tije yên çand û hunerê derkevin pêşberî hunerhezan. Saziyên hunerê yên Amedê dê bi bernameyên şano, pêşandana fîlman, wêje, xwendina helbestan û dîwana dengbêjan derkevin ser dikê.    Bernameyên li Pale Huner wiha ne:    Di 10'ê kanûnê de fîlma “Klamek Ji Bo Beko” ku hunermend Nizamettîn Arinç derhêneriya wê dike bidin pêşandan.    Di 17'ê Kanûnê de jî dê fîlmê Genco yê Ali Kemal Çinar derhênirya wê dike li Pale Huner bê pêşandan. Di 24'ê Kanûnê de ji dê fîlmê Suru ku Yilmaz Guney amade kiriye li Pale Hunerê bidin pêşandan.    Di 16'ê kanûnê de dê nivîskar Îlhami Sidar û helbestvan Kawa Nemir şeva wêjeyê pêk bînin.    Bernameya Ducemê jî wiha ye:    Mala Hunerê ya Duçemê dê her rojên înê yên kanûnê Dîwana Dengbêjan pêk bîne. Dê her rojê şemiyê jî rojên muzîkê pêk bînin.    Dê di 15-16-17'ê kanûnê de mihrîcana fîlman a Kijan Mafên Mirovan pêk bîne. Mihrîcan dê bi fîlma “Radyo Kobani” dest pê bike.    Bernameyên Şanoya Bajêr jî wiha ye:    Şanoya Bajêr ya Amedê dê di 6-20 û 27'ê kanûnê de şanoya “Heft û Heşta Du Kesan” li Diyar Galeria bide pêşandan.  Di 29 û 30'ê Kanûnê de jî dê lîstika Dawiya Dawi bide pêşandan.  Di 8-9-22-23'ê Kanûnê de lîstika nivîskar Dario Fo ya “Wê Hesab Nayê Dayin" bidin pêşandan.    Dîsa lîstika “Li Rawestgehê Sê Ezezok” dê di 10-24'ê kanûnê de bê pêşandan. Di 13-14'ê kanunê de jî dê lîstika berû ya Nivîskar Dario Fo bê pêşandan.