Zrîng li pêşengeha pirtûkan a Stenbolê li benda xwînerên xwe ye 2019-11-02 14:34:59   STENBOL – Hêjmara 2'emîn a Kovara qerfî ya Kurdî Zrîng, li ser standên 38'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Stenbolê cihê xwe girt û li benda xwînerên xwe ye.    38'emîn Pêşengeha Pirtîkan a Stenbolê ya Navneteweyî, li Navenda Kongreyê û Pêşengeha TUYAP a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê deriyê xwe li xwînerên xwe vekir. Pêşengeh dê ji 2'ê Mijdarê heta 10'ê mijdara 2019'an vekirî bimîne. Zêdeyî 800 weşanxane beşdarî pêşengehê bûn. Hêjmara 2'emîn a Kovara qerfî ya Kurdî Zrîng jî, li ser standên 38'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Stenbolê cihê xwe girt û li benda xwînerên xwe ye.    Xebatkarê Kovara Zrîng Zeynel Abidin Bulut, diyar kir ku di hêjmara ewil de li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi xwînerê xwe re hatibûn cem hev û wiha got: "Em li vir bêtir li benda xwîneran in. Zrîng kovara Kurd e."