Mîkaîl Aslan li Êlihê konser li dar xist 2019-11-25 11:29:52   ÊLIH – Hunermend Mîkaîl Aslan li Êlihê derket ser dikê strî û got divê her kes xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.    Şaredariyê Êlihê di çarçoveya şahiyên çand û hunerî de konsera hunermend Mîkaîl Aslan li dar xist. Konser li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariyê pêk hat. Bi sedan kes beşdarî konserê bûn. Hunermend Aslan stranên xwe yên ji hev xweştir got û şevek bêhempa li pey muzîkhezan hişt. Aslan di konsera xwe de banga xwedî derketina ziman û çandê li temaşevanan kir û ji bo ziman û çand geş û zindîtir bibe çi ji destê kê bê bike.    Di dawiya konserê de Mîkaîl Aslan û hunermedê Navenda Çanda Biharê Şêrzat duetê kirin.    DIXWAZIN ORKESTRAYA SENFONIYÊ AVA BIKIN    Piştî konserê Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr plaket da hunermend Mîkaîl Aslan û spasiya wî kir. Demîr anî ziman ku ew dixwazin li Êlihê orkestrayek senfonî ava bikin û di vî warî de ji hunermendên kurd piştevaniyê xwest.