'Erbane bûye qîrîna jina' 2019-12-25 10:05:50 ANTALYA - Mamsoteyê erbanê Alî Gezer, li Antalyayê bi navê "Stêra Erbanê" komek ava kiriye û ev demeke erbanê hînî jina dike.  Li Antalyayê mamosteyê erbaneyê Alî Gezer bi navê "Stêra Erbaneyê" komek ava kiriye û di bin banê vê komê de dersa erbaneyê dide. gezer, di demeke kurt de erbane hînî 70 heb jinî kiriye. Gezer ku wextekê di Şaxa NÇM'ê ya Êlihê de jî xebitiye, ev 2 sal in hatiey Antalyayê û got, koma wan Stêra Erbaneyê bala jina kişandiye û her diçe eleqeya ji bo erbaneyê jî zêde dibe.    Gezer, anî ziman ku çanda erbaneyê çandeke gelên Mezopotamyayê ye û got, ji bo ev çand berbelav bibe wan komek ava kiriye û heta niha çalakiyên cur bi cur çê kirine.    ZEXTÊN LI SER ZIMAN Û ÇANDÊ    Gezer, destnîşan kir ku erbane hemû ziman û çanda di xwe de dihebîne, lê belê di demên dawî de zextên li ser çand, huner, hunermend û zimanan zêde bûne. Gezer, diyar kir ku çandên cuda nayên tamûlkirin û tekparzî tê ferzkirin ûg ot: "Em jî bi çanda xwe li hemberî van zextan derdiekvin. Em jî xwedî li çanda xwe derdikevin. Em hewl didin mirovan li dor çanda hevpar bînin gel hev".    Gezer, destnîşan kir ku yek ji çavkaniya ku gelan li ser piyan dihêle jî çand e û bang li her kesî kir ku xwedî li çand û hunerê derkevin.    ‘ERBANE QÎRÎNA JINA YE'    Xwendekara zanîngehê Dûrdûr Yildiz ku hînî erbaneyê dibe, anî ziman ku gava hatiye zanîngehê erbane nas kiriye û ji wê çaxê ve hîn dibe. Yildiz, da zanîn ku nêzî saleke tê kursa erbaneyê û got: "Bi ya min erbane qîrîna jina ye, bûye sembola berxwedanê. Nexasim jî bala jinan dikişîne. Loma erbane qîrîna jina ye".    Xwendekar Denîz Gultekîn jî got: "Bi saya erbaneyê bi ser xwe ve têm. Xwe baş hîs dikim. A rast min ber bi xwebûna min ve dibe. Berê di dawetan de her kesî bid est hev digirt û li cem hev bûn. A rast taybetmendiyeke erbaneyê jî wiha ye. Li vira bi dehan kes li hev kom dibin".