5 fîlmên kurdî xelat wergirtin 2017-12-13 09:33:50 STENBOL– Di Mîhrîcana Fîlman a Babel a Navnetewî ya 5'emîn de, ji 11 fîlmên ku xelat wergirtin 5 jê fîlmên kurdî bûn.  Di Mîhrîcana Fîlman a Babel a Navnetewî ya 5'emîn ku li Girava Sardînya ya Îtayayê hat lidarxistin de 5 fîlmên kurdî xelat wergirtin. Ji gelek welatan nêzî 70 fîlm tev li mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de bi giştî 11 fîlm xelat wergirtin. Di mîhrîcanê de fîlmê bi navê "Nûjîn" ê bi derhêneriya Veysî Altay hat kişandin xelata Belgefîlma Herî Baş, fîlmê bi navê "Binxet" ê derhêneriya wê Luigi D'alife yê îtalyanî kir xelata Taybet a Jûriyê, fîlmê bi navê "Bîra Min Têtin" a derhêneriya wê Selîm Yildiz kiriye Xelata Rasteqîniyê, fîlmê bi navê "Helebçe" yê derhêneriya wê Ekrem Heydo kiriye Xelata Cîhanê û fîlmê bi navê "Silence-Bêdengî" yê derhêneriya wê Farnoosh Samadi û Ali Asgarî kirine jî xelata Kurtefîlmê Herî Baş wergirtin.    Derhêner balê kişand ser girîngiya 5 fîlmên kurdî yên di mîhrîcanê de xelat wergirtin û got ku komîteya mîhrîcanê û kesên hatin wir eleqeyeke zêde nîşanî fîlmên kurdî dan. Altay diyar kir ku mîhrîcan 6 rojan domandiye û ji Tirkiye, Îran û Iraqê bi giştî 6 fîlmên kurdî tev li mîhrîcanê bûne. Altay dest nîşan kir ku ji 11 fîlmên ku di mîhrîcanê de xelat wergirtin 5 jê yên kurdan bûn û ev yek zaf girîng e.    ‘ELEQEYA JI BO FÎLMÊN KURDAN ZÊDE BÛ'    Altay got ku ji Bask, Katalonya, Îrlanda, Filîstîn, Rojhilata Navîn, Kurdistanê û gelek welatên din mirov tev li mîhrîcanê bûbûn û di mîhrîcanê de eleqeyeke zêde ji bo fîlmên kurdî hebû.    Altay diyar kir ku her çi qas kêmasiyên wê hebin jî sînemaya kurdî xwe pêşve dixe û gelek çîrokên ku sînemaya kurdî sûdê ji wan wergire hene. Altay wiha domand: "Çimkî mekanên ku lê êş, rûxandin, qirkirin, berxwedan hebin tim ji bo hilberîna huneriyî vekirîne. Ji ber vê dema em van çîrokan tevî sînemayê esas bigirin, em ê karibin karên zaf baş bikin. Hemû kesên dibêjin em bi sînemaya kurdî re eleqedar dibin û dibêjin em derhêner in, berpirsiyariya wan zêde ye û gelek karên bên kirin hene." Altay, dest nîşan kir ku di sînemayê de hêla aborî zaf tê nîqaşkirin, lê belê divê sînemager bêyî li benda alîkariyê bin bi awayekî kolektîf bikaribin qadên ku lê çîrokên xwe vebêjin biafirînin.    Altay diyar kir ku divê sînemagerên kurd ji çavkaniyên xwe sûdê wergirin û ev tişt got: "Heke em xwe ji feraseta dagirkeran daweşînin, em ê karibin karên gelekî baş bikin. Bawerim gelek hevalên me yên ciwan ên ku karin senaryoyên baş binivîsin û fîlmên baş bikêşin hene û bi rihetî dikarin vî karî bikin."    MA / Sadiye Eser