Hunermendên kurd ji bo 'yekîtiya neteweyî' konser dan 2020-02-24 13:24:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên kurd ji bo xatirê yekîtiya neteweyî ya kurd li paytexta Swêd Stockholmê konserek dan. Hunermendên kurd ev demek e ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd zend û bendên xwe girêdan e û di nava hewldanên yekîtiya neteweyî de ne. Hunermend bi vê armancê ji meha cotmeha 2019'an ve li welat û derveyî welat bi taybetî jî li Ewropayê konserên piştevaniya yekîtiyê li dar dixin. Hunermendên kurd ên ji çar parçeyan duh êvarê li li Solna Hallenê ya paytexta Swêdê Stockholmê konserek mezin li dar xistin. Di konserê de gelek hunermend û welatî amade bûn. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê ya li ber sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir.   Di konsera ku ji aliyê Golah Xizîrî û Mahmûd Hame Taha Akeyrî ve hate pêşkêşkirin, hunermend Xelîl Xemgîn beriya bistirê qala sedema lidarxistina konserê kir.   'BILA SIYASETA KURD GUH BIDE DENGÊ HUNERMENDAN'    Xemgîn diyar kir ku hunermendên kurd ku piştî destpêkirina êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava li hev kom bûn, ji bo karê yekîtiya neteweyî xurt bikin ketin nava hewldaneke wiha.   Xemgîn wiha got: "Em dixwazin van konseran ji Helebçeyê heta Kobanê li dar bixin. Em dixwazin rêxistin û partiyan hemûyan tevlî vî karî bikin."   Xemgîn ji partî û rêxistinên Kurdistanî xwest ku guh bidin dengê hunermendan û piştgiriya van hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî bikin.   Piştre hunermend Mîhamed Taha Akreyî, Nasir Rezzazî, Narîn Feqe, Nejmeddîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ayfer Duzdaş, Diyar Dersimî, Kejal Ademî, Hoshyar Hama Farag, Marîwan Safadîn û Şivan Perwer derketin ser dikê û her yekî du stranên bi kurdî gotin.   Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûş jî li konserê axivî û diyar kir ku armanca KNK'ê pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurdan e û 21 sal in ji bo vê yekê têdikoşe.   Karamûş ji ber vê hewldanê spasiya hunermendan kir û plaket pêşkêşî wan kir.   Di dawiya konserê de hunermendan hemûyan bi hev re stranek gotin.