Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket 2020-03-06 11:43:04 AMED - Hejmara 6'an a xêzekovara kurdî "Zrîng"ê derket. Kovarê hem bi berga xwe hem jî bi naveroka xwe bal kişandiye ser "Newrozê" û bi têmaya "Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê" xwe gihand ber destê xêzehezan. Hejmara 6'an a xêzekovara kurdî ya mehane "Zrîng"ê bi zaravayê kurmancî û kirmanckî derket. Di hejmara meha Adarê de têmaya kovarê "Newroz" e û bi berga ku agirê Newrozê bi tekeran gur dibe bi dirûşmeya "Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê" xwe gihand ber destê xêzehezan. Her wiha ligel têmaya Newrozê kovarê bal kişandiye ser 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê jî. Di hejmara 6'an de li gel beşa Qirix, Zarokên Nemrûd, Tirşik, Mehlûqatên Eşref, Dîkê Qoqo, Sosretîk, Hestûyê, nivîsa Ozgur Amed, Terstaqla Reco, hevpeyvîna xêzî ya Kemal Gokhan a bi Migirdîç Margosyan re, xêzên Erceren hwd. gelek xêz û nivîs cih digirin. Her wiha kovarê di vê hejmarê de jî qehremanê xêzeromanê Asterîx tehlîl kiriye, di rûpela SînemaZrîngê de çar fîlmên cuda xêz kiriye û di rûpela "Şîreq Amatorên Zrîng" de cih daye xêzên du xêzkarên amator.   8'Ê ADARÊ Û 21'Ê ADARÊ   Di vê hejmarê de Dogan Guzel di beşa Qirixê de bal kişandiye ser Newrozê û ji bo agirê Newrozê berê karakterê xwe Kûto dide cem lastîkvanan û tekeran pê dide komkirin. Ligel vê Guzel, di rûpela xwe ya bi navê Besê de jî bi ser navê "Pîrekên Zalim, Mêrên Reben" jî bal kişandiye ser 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê. Her wiha Guzel, di xêza xwe ya bi navê "Agirên Newrozê" de jî bal kişandiye ser Newrozên salên 90'î.   KOLONYAL SEDO   Ozgur Amed jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê Kolonyal Sedo, behsa serpêhatiya Sedatê ku li dijî dagirkerî û kolonyalîzmê çawa tev geriyaye û paşê çawa bûye êsîrê pergala ku li dijî wê têdikoşiya.   AGIRÊ NEWROZÊ   Terstaqla Reco jî bi nivîsa xwe ya bi ser navê "Agirê Newrozê" bal kişandiye ser pîrozbahî û amadekariyên Newrozê yên salên 90'î. Reco, di vê nivîsa xwe de bi zimanekî qerfî destnîşan dike ku di salên 90'î de di kîjan şert û mercan de Newroz çawa dihatin pîrozkirin û alternatîfên ji bo pîrozbahiyê çawa dihatin afirandin.   ZAROKÊN NEMRÛD, ÎNTIHAR, KRÎZA ABORÎ, PENABER   Îmam Cîcî jî di vê hejmarê de di beşa xwe ya bi navê "Zarokên Nemrûd" de zarokekî li ber pez û yezdanên ku vî zarokî bi tabletekê dixapînin û berxeke wî jê distînin xêz kiriye. Her wiha Cîcî di vê hejmarê de tevî Şerda Cîcî qehremanê xêzeromanê Asterîx ku Albert Ûderzo û René Goscînny ew afirandine tehlîl kirine. Ligel vê Cîcî di xêza xwe ya bi navê "Germ" de jî bal kişandiye ser rewşa penaberên ji serma mirine, welatiyên ji ber krîza aborî întihar kirine û dayika du zarokên astengdar Elîf Kisa ya ku 93 roj in girtiye.   HEVPEYVÎNEKE XÊZÎ   Kemal Gokhan jî di vê hejmarê de bi xêza xwe ya bi navê "Bi Nivîskarê Diyarbekirî Migirdîç Margosyan re Hevpeyvîneke Xêzî" cih girtiye û di vê hevpeyvîna xwe ya xêzî de bal kişandiye ser jiyana Margosyan û kêmaniyan ên li Amedê.   ŞÎREQ AMATORÊN ZRÎNG   Kovarê di vê hejmarê de jî di rûpela "Şîreq Amatorên Zrîng" de cih daye xêzên du xêzkarên amator. Ligel nirxandin û rexnekirina xêzên xêzkarên amator, ji bo xêzên gijolî (tarama) jî ji albûma Andrê Franqûîn ya bi navê "idees noiresê" hin xêz bi cih kirine.   SÎNEMAZRÎNG   Zrîngê di hejmara xwe ya 6'an de di rûpela SînemaZrîngê de vê carê jî cih daye 4 fîlmên cuda. Kovarê fîlmê "Beynelmilel" ê Sirri Sureya Onder, fîlmê "Parîs, Teksas" ê Wim Wenders, fîlmê "Nefret" ê Mathieû Kassovitz û fîlmê "Gestêrka Meymûna" ê Franklin J. Schaffner xêz kirine.   X   Ender Ozkahraman jî di vê hejmarê de bi navê "X" xêzek çê kiriye. Ozkahraman di vê xêza xwe de bal kişandiye ser rewşa bavekî ku dike nake nikare zimanê zikmakî (kurdî) hînî kurê xwe bike.   Her wiha di hejmara 6'an de xêzkar Eşref Mûmcû di rûpelên xwe yên bi navê "Tirşik", "Mehlûqatên Eşref", "Dîkê Qoqo", "Sosretîk", "Melle" û "Tabletên Beredayî" de; Ronî Batê jî di rûpela xwe ya bi navê "Hestû"; Erceren jî bi xêzên xwe bal kişandine ser mijarine cur bi cur.