Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe 2020-03-10 10:41:41 AMED – Lawje bi projeyek nû ya “Lawjeyên Evîniyê” ku hemû ji stranên klasîkên kurd pêk tê dê li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar bixe.  Bi organîzasyona Amîdart, Leylan Pirtûk a Mêrdînê û Yenîsahne ya Êlihê koma muzîkê ya LaWje ku wek komek berhevkariya stranan herêma Colemêrgê û derdora wê tê nasîn li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe. LaWje bi projeya “Lawjeyên Evîniyê” dê derkeve ser dikan û stranên hunermendên wek Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdihwahid Zaxoyî, Tehsîn Taha, Meryemxan, Susika Simo, Rênçber Ezîz, Hesen Zîrek, Hozan Serhat, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Mihemed Taha Akreyî û Hesen Şerif bistirê.    STRANEK SEÎD YÛSIF JÎ SURPRÎZ E    Hat zanîn ku Lawje dê di van konsertan de stranek surprîz a hunermend kurd Seîd Yûsif ê di 26’ê sibatê de koça dawî kir jî dê bistrên. Solîstê Lawje Alî Tekbaş destnîşan kir ku ew stranek Seîd Yûsif jî li “Lawjeyên Evîniyê” zêde dikin û dê di van konseran de bêjin.    LI AMED, MÊRDÎN Û ÊLIHÊ    Konsera li Amedê di 12’ê adarê de li Otela Demîr a li navçeya Sûrê ya Amedê tê lidarxistin.    Konsera li Mêrdînê jî di 13’ê adarê de li salona AKM’ê ya Zanîngeha Artûklûyê pêk were.    Lawje dê di 14’ê adarê de jî li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê derkeve pêşberî muzîkhezan.    Solîstê Lawje Alî Tekbaş û muzîkjenên komê Alî Îmran Erîn, Serhat Bostanci û Îbrahîm Odak çend roj in ji bo van konsertan li Stenbolê amadekariyan dikin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Lawje konsera ewilî ya “Lawjeyên Evîniyê” di meha çile de li navçeya Kadikoya Stenbolê li dar xistibû.    ‘LAWJEYÊN EVÎNIYÊ KONSEPTEK NÛ YE’    Hunermend Alî Tekbaş qala vê projeya “Lawjeyên Evîniyê” kir û wiha got: “Lawjeyên Evîniyê konseptek nû ye. Me berê dixwest bikin berhem, lê ji ber demê em pê re negihîştin. Em di vê konsept ango projeyê de hunermendên hem koça dawî kirine hem jî li jiyanê ne stranên wan bibîr tînin. Her wiha em wan hunermendên koça dawî kirine jî bibîr tînin. Em di vê projeya xwe de tenê stranên klasîk ên van hunermendan dibêjin. Van stranên klasîkên me hemûyan me ji zarokatiya xwe guhdar kiriye. Em li ber dengê van hunermend û stranên wan mezin bûn. Em ji van hunermendên xwe hez dikin û nahêlin hunera wan bê jibîrkirin.”    ‘BILA STRANÊN BERÊ DI NAVA DILÊ XWE DE BIJÎN’    Tekbaş destnîşan kir ku helbet formata stranên lawje dîlan, evîn, coş û her wekî din cûreyên stranên e û lê wan xwestiye niha bi konseptek klasîkên kurdî derkevin ser dikê. Tekbaş da zanîn ku ew ji hemû muzîkhezan dixwazin ku bila ew hestên stranên berê carek din di nava dilê xwe de bijîn û xwest hemû muzîkhez beşdarî konsertên wan bibin.