‘Derdora hunerê di warê polîtîk de tengijiye’

img
STENBOL - Hunermend Bilgesu Erenus, anî ziman ku li tevahiya welat yek ji derdora ku di warê polîtîk de tengijiye û bêdeng maye derdora hunerê ye û wiha got: “Divê ji bo rewşenbîran tirs tune be.” 
 
Hunermend Bilgesu Erenus, ku di dema derbeya 1960’î de bi muzîk û nivîsên xwe li gel çîna karkeran û gelên bindest bû, anî ziman ku bi pêvajoya dawî re li tevahiya welat yek ji derdora ku di warê polîtîk de tengijiye û bêdeng e derdora hunerê ye. Li gor Erenûs, li hemberî vê weziyeta polîtîk hunermend bêdeng dimînin. 
 
Erenus, ji bo hunermendan pêkanînên salên 60’î û yên niha berawird kirin û diyar kir ku ji bo rewşenbîrek wek rewşenbîr bê pênasekirin divê tewrên wî/ê li hêla yên bindest bin û divê li hemberî egoyên xwe têk neçe. Erenus, got ku wê di çalaki û grevên ku di serdema wê de çalak bûn cih giritiye. Erenûs, bi bîr xist ku wê bi muzîka xwe piştevaniya çalakiya karkerên tekelê ku li Enqereyê dan destpêkirin kiriye. Erenus, diyar kir ku ew ji çalakiyên karkeran ên wê serdemê gelek tişt hîn bûne û ev tişt gotin: “Em di serdemeke ku zaf reşbîn re derbas dibûn. Wê demê di koneke karkeran de nivîseke ‘Em ê bi ser kevin, em ê bi sebra tirk, inyada kurd, coşa lazan bi ser kevin’ nivîsandibû. Wê rojê careke din hêzdar bûbûm.”  
 
‘LI CEM HUNERMENDAN BERAMBERIYA PEYVA BERXWEDANÊ NEMAYE’ 
 
Erenus, anî ziman ku peyva “Berxwedanê” tê wateya dijderketinê û niha li Tirkiyeyê li cem huneremandan êdî beramberiya vê peyvê nemaye û wiha got: “Hunermend bi tirsa ku dê dewlet desteka ku dide wan bibire otosansurê disepînin. Heke di vê serdemê de destek bê birîn, nexwe divê hay jê hebin ku ew tiştekî rast dikin. Alîkariyên bi vî rengî xapînok in. Kapîtalîzma kûrewî baş dizane ku dê mirovan çawa noq bike. Dibêjin kesên xwêya wan zuha rihet in. Kesên ji rêzefîlm û sînemayan gelek pereyan qezenc dikin çawa dibe ku nikarin debara xwe bikin. Min pêdiviyên xwe daxistin asteke mînîmal û li cem berxwedanê cih digirim.” 
 
‘DIVÊ JI BO REWŞENBÎRAN TIRS TUNE BE’ 
 
Erenus anî ziman ku hunermend û rewşenbîr ketine ber pêlê tirsê û wiha got: “Zarokatiyeke min ku qet tunebûyîn nedîtibû hebû, lê min zanibû tunebûyîn çî ye û min di nivîs û lîstikên xwe de bê tirs ev yek nivîsand. Divê ji bo rewşenbîran tirs tune be.” Erenus dest nîşan kir ku divê hunermend li cem gel be û li gor wê hunera xwe îcra bike.