'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'

img

AMED – Helbestkar Sabrî Vural bi nivîsandina helbesta “Efrîn” balê dikişîne ser rengîniya Efrînê û bêdengiya cîhanê ya li dijî Efrînê rexne dike. Vural got pêwiste nivîskar, helbestvan, hunermend û rewşenbîrên kurd trajedî û jenosîda li Efrînê bibînin û piştgiriyê bidin Efrînê. 

Êrîşên hewayî û bejahiyê yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê li ser Efrînê dewam dikin. Êrîş di roja 20’an de didomin û ev êrîş bi çalakiyên cûr bi cûr tên şermezarkirin. Hunermend û helbestkar jî bi hestên xwe li dijî êrîşan derdikevin û li ser Efrînê an distrên an jî helbestan dinivîsînin. 
 
Helbestkar Sabrî Vural ê li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê dimîne bi helbesta “Efrîn” balê dikişîne ser rengîniya Efrînê û bêdengiya cîhanê ya li hember Efrînê rexne dike. Vural diyar kir ku naveroka helbestê qirkirina mirovahiyê û bêdengiya cîhanê ya li hember Efrînê ye û got: “Li tevahiya Rojava lê bi taybetî li Efrînê li dijî gelan zext û zordarî tên meşandin. Min xwest bi vê helbestê deng bidim qêrîna zar û zêçên Efrînê.”
 
‘DIVÊ ÇAVÊ HEMÛ CÎHANÊ LI SER EFRÎNÊ BE’ 
 
Vural destnîşan kir ku divê ew tenê ne bi navê Efrîn li Efrînê binêrin û wiha domand: “Êrîşa li ser Efrînê tunekirina gelan û têk birina destkeftiyên li wir e. Carek din dixwazin şer li ser gelê kurd bidin meşandin û lîstokan li dijî gelan bihûnînin. Divê em bi helwestek biçûk li Efrînê ne nêrin. Pêwîst e çavê tevahiya cîhanê li ser Efrînê be û guh bidin gelê Efrînê. Mafê jiyanê û yê xwebirêvebirinê yê gelên Efrînê jî heye.”
 
‘DIVÊ REWŞENBÎRÊN KURD BÊDENG NEMÎNIN’ 
 
Vûral bang li hemû nivîskar, helbestkar, hunermend û rewşenbîrên kurd kir ku li dijî êrîşên ser Efrînê bêdeng nemînin û wiha axivî: “Beriya her kesî divê nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd rewşa ewilî ya Efrînê bibînin û dengê xwe ji bo Efrînê derbixin. Beriya gel derûniya şer dibînin û dizanin dê di bin wê derûniyê de çi trajedî û jenosîd pêk were. Divê li hember vê yekê hemû rewşenbîrên kurd hişyar bin. Divê em bi helbest û nivîsên xwe piştgiriya Efrînê bikin.” 
 
Helbesta Vural li ser Efrînê nivîsandiye wiha ye:
 
“E F R Î N
 
Ji nava toza kevne salên neyar tên
Ev serdema hêç û çavbirçî
Amade be, 
Ey bajarê hineya zavatiyê hê li desta
Bila dev vekirî be sindoqên dilê te yên bûkaniyê,
Ji bo nameyên bêrîkirinê,
 Yê bavê Ebû Leyla
Bişkokên sînga xwe vek e
Ey axa rû esmer
Ez dizanim wê bilûsin li sînga te
sewta zarokên bindest,
ji çiyayê kurmênc teva dilê Avesta!
Tu
Li ber çavên cîhanek kor
Birînek bêxwediye, ji şûrên birçî re
Ji ber wê ye ez îro dihûnim ristê helbestan 
Bi navê êş û birînan
Bişikîne biskên hêviyan li bin darzeytûnan
Ev bajar hêlîna baz û kevoka ye
Îro jiyan û azadî bi mirinê re pevdiçin e
Xwenga mezin Bakur, bûye ewrekî bêdeng rûnerm û bêbiryar e, li qêrîna lehengan
Ev qad enîgewr û rûspîne,
weke gellek caran wê helbestên felatê,
ji dîroka rûreş re bi xwîn e
Bi nêrînên êvarek çavmest,
li kemernava te ya zêrîn dineherim
Dixwazim çîrokekê binivîsînim ji helwesta te ya ji pola
Ez dizanim, şervano hûn roj bi roj hê xwe?iktir dihûnin guliyên çiya û bestan
Keserkê? û birînkûr im, bi qasî her-i-kîn-a Dîjle
Diqilqilim, biqasî nalîna Ferat û  bêxewim îşev
Serkeftin ne xewn û ne xeyal e
Keda palevanên beriya Efrînê
Û
Stêrkên basik mertalin
Li hinda Edûlên! biskên wan bêhine
Klamek Dewrêşî! û xwêdandayî wê bimîn e, ji te re
Qelenê te mirin be jî
Navê te dilbijok e
EFRÎNA min.” 
 
MA / Bîlal Guldem