Li 52 pêravan 52 keviran kom dike û dineqişîne

img

MUGLA - Welatiyê bi navê Yaşa Şavaş li Palamutbukuyê dijî, kevirên li 52 pêravê cuda yên behrê kom dike û vediguherîne berhemên hunerî.

Welatiyê 50 salî Yaşa Savaş ji qelebalixa Stenbolê revî û li gundê Palamutbukuya navçeya Datçayê ya Muglayê bi cih bû, li pêravên deryayê kevir, xweşkiyên piçûk û qalikên behrê kom dike û tabloyên xwe yên ku ji şaxên daran ên hişk bûne, berhemên hunerî derdixe holê.
 
BERHEMA YEKEMÎN JI BO KARKERÊN SOMAYÊ
 
Savaş da zanîn ku wî berê karê tekstîlê dikir, dema fikirî ku divê êdî bêhna xwe bistîne, li Datçayê li gel malbata xwe bi cih bûye. Dema dibîne ku gelekî dema wî heye pirsa "Ez dikarim çi bikim?" ji xwe dike, biryarê dide ku kevirên li pêravên behrê bineqişîne. Savaş tenê xwe bi van re sînor nake, ji xwezayê darên hişk û tovan jî berhev dike. Savaş di tabloya xwe ya yekemîn de karkerên Somayê neqişandiye û 301 kesên di karesata madenê de jiyan xwe ji dest dane, bi berhemên xwe de bi bîr tîne. Savaş da zanîn ku ew gelekî ber wan karkeran dikeve, ji ber wê biryara çêkirina tabloykê dide. Savaş di behemên xwe de herî zêde xweza û mirovan derdixe pêş, li ser ecibandina mirovan ew jî ji xwe re hin temayan diyar dike.
 
BERHEMAN ÇAWA ÇÊ DIKE? 
 
Savaş destnîşan kir ku ew hêstên xwe tev li amûrên xwezayê dike û ruh dide wan, der barê berhemên xwe de ev tişt got: "Ez herî zêde li ser bûyerên hezkirin û civakî radiwestim. Hêstên xwe tev li amûran dikin. Bi vî şeklî berhemên xweş derdikevin holê. Bi taybetî dema kevir komkirinê heye. Dema herî zêde ev digire. Destpêkê kevirên li pêravên Palamutbukuyê hene. Ez niha li pêravên cuda keviran kom dikim. Ev jî qalîteya behemên min zêde dike. Ji bo tabloyekê rojek du rojan digerim ku heta kevirekî li gorî wê bibînim. Herî zêde kevirên taybet dibînim. Li gorî berhema ku ez di serê xwe de xêz dikim, li keviran digerim. Ez van li atolyeyê digihînim hev. Piştî cîlakirinê bi hev ve dizeliqînim. Tenê sedî 20 keviran boyax dikim."
 
Savaş got ku "Armanca min ew e çawa tên çêkirin nîşanî mirovan bidim" û aşkera kir ku li Datçayê 52 pêravên cuda hene, li van pêravan 52 kevirên cuda berhev dike. Savaş herî dawî piştrast kir ku ew herî zêde mezemeyên ku xwesa dide wî dixebitîne.