Ji bo rojnameger-wênesaz Dogan pirtûk hat çapkirin

img

STENBOL – Ji bo rojnameger-wênesaz Zehra Dogan a girtî, li Fransayê pirtûka “Zehra Dogan /Les Yeux Grandas Ouverts” hat çapkirin. Nivîskara pirtûkê  Laurence Loutre Barbîer diyar kir ku hunermendeke ciwan a bi neheq ji azadiyê hat mehrûmkirin bû sedem ku têbikoşe.  

 
Ji bo rojnameger-wênesaz Zehra Dogan ku li Girtîgaha Tîpa E ya Amedê girtî ye, li Fransayê pirtûka binavê “Zehra Dogan /Les Yeux Grands Ouverte” hat weşandin. Laurence Loutre Barbîer pirtûka bisernavê "Journal D'Une Condamnation / Chronique Exposition" (Rojnivîskên Girtîgehê / Kronolojiya Pêşengehekê), ji weşanê re amade kir. Di pirtûkê de çîroka Dogan, girtin û hûnara wê, nûçeyên  derbarê zaroka 10 salî Elîf Akboga ya di qedexeyên derketina kolan de nivîsandibû, cih digre. Nivîsa rojnameger û grafîker Naz Oke ya 30 sale li Fransayê dijî jî di pirtûkê de cih digire.    
 
'DOGAN YEK JI ZAROKÊN MEXDÛRÊ TMK’Ê YE' 
 
Hunermenda Fransî Laurence Loutre Barbîer ji ber ku ji çîroka Zehra Dogan bibandor dibe, lêkolîn dike. Barbîer diyar dike ku Dogan yek ji zarokên bûye mexdûrê Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK).
 
'DI AJANSA TEKANE YA JINÊ DE EDÎTORTÎ KIR'
 
Di pirtûkê de wiha behsa Zehra Dogan tê kirin: “Dogan di Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku bi hikmê biryarnemeyê hat (KHK) hat girtin de edîtortî kir. Niha li Girtîgeha Tîpa E Amedê de tê girtin. Nûçeyên çêkirîn û weneyên xêzkirin wekî hincet hatin nîşandan. Dogan li dijî vê yekê bi gotina ‘ji ber ku min wêneya li ser avahiyên hatîn wêrankirin ala Tirkiyeyê heyî, xizkir, 2 sal û 10 meha ceza dan min. Lê wan bixwe ew wêne kişandibûn. Min tenê xêz kir’ bertek nîşan dabû.”