Hem mamoste, hem ozana gel û hem jî werzîşvan e

img

ANTALYA - Yek ji aşiqa jin û hozana gel a Tirkiye Îlkin Manya (Sarıcakiz) e. Manya, ku pîşeya wê mamostetî ye, hem ozana gel û hem jî werjîşvan e. Manya, diyar kir ku ji ber ew stranên xwe ji bo aştî û rastiyan tînim ziman têm wêderkirin. 

Li Tirkiye herî zêde jin tên wêderkirin û mafê wan tê binpêkirin. Yek ji jina ku hatiye wedêrkirin Aşiqa jin û hozana gel Îlkin Manya ye. Manya ku mamoste ye di heman demê de werzîşvan e. Manya, ji ber nasnameya hozana gel wekî “Saricakiz” tê zanîn. Manya ku li Eskişehirê ji dayik bûye, Li Beşa Mamostetiyê ya Zanîngeha Konya xwend. Manya ku li Wan û Stenbolê mamostetî kir, di sporê te gelek caran serkeftinên mezin bi dest xistin. Manya, ku pîşeya wê mamostetî ye, hem di milê werzîşê de û hem jî di milê hozana gel de eleqeyek mezin nîşan dide. Manya li gel van hunerên xwe têkoşîna aştîyê jî dide. Manya piştî li Zanîngeha Selçûklu ya Konya mamostekî xwend eleqe nîşanî hozantiya gel da. Manya, ku li ser aşiqên jin lêkolin dike pirtûka ku ji 53 jinên aşiq pêk tê tomar kir. 
 
Manya ku di heman demê de ji bo aştiyê jî têdikoşe, di nava xebatên ji bo aştiyê de jî cih digire. Manya ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de bû namzeta HDP'ê ya Antalya, diyar kir ku hemû huner û têkoşîna wê ji bo aştî, azadî, demokrasî û wekheviyê ye. Manya, diyar kir ku pê wiştî aliyê aştî, demokrasî û azadiyê girt, êdî têlên tembûra wê û gotinên helbestên wê ji bo aştî û demokrasiyê lê dide. 
 
MA / Nurhan Kuzu