Serlêdanên ji bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir

img

AMED - Nivîskarê kurd Arjen Arî yê ji bo wêje û zimanê kurdî kedek mezin daye, di 5'emîn salvegera wefata xwe de dê li ser navê wî pêşbirka helbestan bê lidarxistin.

Malbata Arjen Arî, Weşanên Evrensel û Lîsê dê bi armanca pêşxistina wêje û zimanê kurdî dê di 5'emîn salvegera wefata Arjen Arî de pêşbirka helbestan li dar bixin. Şertên tevlêbûnê hatin diyarkirin. Civîna li Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê hat lidarxistin de, xwûşka Arî Necla Arî û Berdevkê Weşanên Evrenselê Reşo Ronahî tev li bû.
 
Ronahî aşkera kir ku di vê pêvajoyê de gelek weşan û kanalên kurdî hatine girtin, bê tehmûliya li dijî zimanê kurdî dewam dike. Ronahî bal kişand ser keda Arjen Arî ya di wêje û zimanê kurdî e û aşkera kir ku ew ê têkoşîna Arî dewam bikin.
 
Xwûşka Arjen Arî Necla Arî jî di axaftina bi kurdî de ev tişt got: "Ez hêvîdar im ku dê pêşbikrên ji bo zimanê kurdî dewam bikin."
 
Piştî axaftinan Reşo Ronahî der barê şertên pêşbirkê de agahî da, da zanîn ku ew ji bo pêşxistina ziman û wejeya kurdî pêşbirkê amade dikin. Ronahî diyar kir ku kesên bixwezin beşdarê pêşbirkê bibin, dikarin di navbera 1'ê Mijdara 2017'an û 31'ê Çileya 2018'an de tev li bin, dê encamên pêşbirkê di 1'ê Nîsanê rojbûna Arjen Arî de bên aşkerakirin. Hat gotin ku di lijneya hilbijêr de Berken Bereh, Dilber Hema, Osman Memed, Ulku Bîngol û Necla Arî cih digirin û şertên tevlêbûnê wiha ne:
 
* Dê xelatê bidin berhemên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin.
 
* Berhemê xelata pêşbirkê digire, dê ji hêla saziyên ku pêşbirkê li dar dixe ve bi logoya saziyan wekî pirtûk çap bike.
 
* Pêşbirk ji helbestvanê berê pirtûkên wî nehatine çapkirin re, temenê wî çi dibe bila bibe re vekirî ye.
 
* Berhemên dê ji pêşbirkê re bên şandin, divê bi alfabeya Latînî bên nivîsîn.
 
* Dosyayên ku ji pêşbirkê re tên şandin divê di oyluma pirtûkê de, 64 rûpel yanî ji (4 forma) pêk tê.
 
* Divê dosya, di formata A4'an de ji 5 nushayên cuda bibin dosya û bên şandin.
 
* CD'ya ku tevahiya dosyayê dihewîne bên şandin.
 
* Dosyaya ku sererastkirina wê ya kompîtûrê nebe û di nava wê de CD tune be, dê neyê qebûlkirin.
 
* Divê di dosyayê û li cihekê CD’yê navê xwediyê berhemê û agahiyên nasnameyê (nav, işaret, mahlas û hwd.) hebin.
 
* Berhemên ku di pêşbirkê de xelat girtibe û ji bo çapê bê amadekirin, ew mafê juriyê heye ku di sererastkirinê bike.
 
* Heke jurî behemeke layîqê xelatê nebîne, dê xelat neyê dayîn.
 
* Helbestvanên tev li pêşbirkê dibin divê di zelfeke girtî de agahiyên ragihandinê û kurte jiyana xwe bişînin.
 
* Serlêdanên ji dest û bi rêya maîlê dê neyên qebûlkirin.
 
* Dosyayên ku tev li pêşbirkê dibin dê neyên îadekirin
 
* Endamên lijneya hilbijartina Pêşbirka Arjen Arî deng bidin kîjan dosyayê, piştî encam bi dawî bû dê bê zanîn.
 
* Telefona pêşbirkê ya ku hûn dixwazin xwe bigihînê: Reşo Ronahî (0541 514 54 97)
 
* Dê dosya bi rêya kargo û postayê ji navnîşana Yenişehir Mahallesi Ali Emiri 7. Sokak, No: 22/7, Qat: 1 Yenişehir Diyarbakirê re bên şandin. (Li ser navê Buroya Rojnameya Evrenselê ya Amedê)