Atolyeya Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê dest pê dike

img

STENBOL – Atolyeya sînemayê ku her sal ji aliyê Produksiyona Kolektîf a Sînemayê ya Mezopotamyayê ya 13’yê ve tê lidarxistin, wê îsal di 11’ê Mijdarê de dest pê bike. Wê atolye heta 12 Gulanê bidome û serlêdanên ji bo atolyeyê jî wê heta 10’ê Mijdarê bên qebûlkirin. 

Atolyeya sînemayê ku 15 sal in her sal ji aliyê Produksiyona Kolektîf a Sînemayê ya Mezopotamyayê ya 13’yê ve tê lidarxistin, wê îsal di 11’ê Midarê de dest pê bike. Wê atolye heta 12’ê Gulana 2018’an dewam bike û wê ji du beşan pêk bê. Beşa ewil wê di navbera 11’ê Mijdara 2017’an û 24’ê Çileya 2018’an de pêk bê û wê beşa duyem jî di navbera 14’ê Sibat û 12’ê Gulana 2018’an de pêk bê. Wê xebat roja çarşem û şemiyê bin û wê 3 saetan bidomin. 
 
Wê di beşa ewil de perwerdehiya di warê derhêneriya fîlman, senaryo, dîroka sînemayê, derhêneriya dîtbarî de û dê beşa duyem de jî perwerdehiya di warê derhêneriya fîlman, senaryo, sêwirîn, montaj, belgefîlm, dîroka belgefîlman, ronahî û denge de bên dayîn. Wê dersên serdema ewil ji aliyê senarîst Huseyin Kuzu, akademisyen Zeynep Tul Akbal û Metîn Gonen ve bên dayîn. 
 
Xebatkarê produksiyonê Derhêner Veysî Altay, diyar kir ku li Tirkiyeyê di warê çand û hunerê de her diçe sansur û zext zêde dibin. Altay got ku xebatên wan ji bo pêşerojê zaf girîng in. Altay, dest nîşan kir ku di pêvajoyeke wisa ku hema bêje di her warî de sazî û dezgeh bi KHK’yan tên girtin, mirov nikarin mafên xwe yên însanî bînin ziman de, Mezopotamya Sînema di qada xwe de hewl dide hin tiştan bike. Altay, anî ziman ku di serdemeke ku sînema hatiye monopolkirin, piraniya mîhrîcanan bi feraseta dewletê tên lidarxistin, bi budçeyên mezin rêzefîlm û fîlm tên çêkirin û tê de propagandaya faşîzmê tê kirin de, ew hewl didin ku sînemeyaeke alternatîf çê bikin û di vê çarçoveyê de jî sînemageran bigihînin. 
 
'JI BO HILBERÎNEKE KOLEKTÎF EM LI BENDA WE NE’ 
 
Xebatkara Produksiyon 13’yê Dîlan Toftîk jî anî ziman ku heta niha gelek kesan ji bo qeydê serî li wan daye û wiha got: “Dê qeydên me heta 10’ê Mijdarê bidomin. Hevalên ku bi sînemayê re eleqedar dibin, sînemayeke kolektîf û azad çê dikin, ji bo sînemayeke alternatîf û kolektîf em li benda hemûyan e ku bên atolyeya me.”