'Hem Ocalan, hem pirtûkên wî tên tecrîdkirin’

img

STENBOL- Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ûlaş Guldîken ê tevlî Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bû, destnîşan kir ku xwendevanên serdana standa wan dikin herî zêde pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meraq dikin û li wan dipirsin û wiha got: "Niha tenê tecrîd ne li ser Ocalan li ser pirtûkên wî jî tê sepandin."  

Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Stenbolê ya 36’emîn dawiya hefteya din dest pê kir û nêzî 100 jê biyanî zêdeyî 800 weşanxane tevlî pêşangehê bûn. Wê pêşangeha ku ji aliyê TUYAP’ê ve bi tevkariya Yekîtiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê hat lidarxistin heta 12’ê Mijdarê bidome. Yek ji weşanxaneyên di pêşangehê de cih girt jî Weşanxaneya Aramê ye. Xwendevan eleqeyeke zêde nîşanî pirtûkên Aramê didin. 
 
Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ûlaş Guldîken, diyar kir ku ew xwedî rabirdûyeke 20 salî ne û ji roja ku weşanxaneya wan hatiye vekirin heta niha wan tu carî ji polîtîkayên xwe yên weşanê tawîz nedane. Guldîken, diyar kir ku dema navê Weşanxaneya Aramê tê bilêvkirin ewil peyva “qedexe”yê tê bîra mirov. Gûldîken, got ku bi taybetî jî di demên darbe û OHAL’ê de qedexe zêdetir in û wiha got: “Yek ji peyvên ku bi Aramê re kirine wekehev jî weşandin û firotina ‘pirtûkên qedexe’ ye. Sedema israra wêrektiyeke 20 salî di ked û hilberîneriyeke kolektif de ye. Li gelek pêşangehan em nehatin qebûlkirin û li gelek pêşangehan jî pirtûkên me hatin desteserkirin. Herî dawî dema me pirtûk ji Pêşangeha Pirtûkan a Îzmîrê re dişand, li Kirşehîrê 53 pirtûkên me hatin desteserkirin û der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.” 
 
'Di KATEGORIYA NIVÎSKARÊN QEDEXE DE OCALAN DI RÊZA YEKEMÎN DE YE’ 
 
Guldîken, dest nîşan kir ku wek nivîskarekî û pozisyona ku temsîl dike navê Abdullah Ocalan navekî girîng e. Guldîken got ku xwendina pirtûkên Ocalan û nîqaşkirina wan girîng e, lê belê ev yek tê astengkirin. Guldîken ev tişt gotin: “Em dizanin ev hemû tên astengkirin. Ji salên 90’î heta niha ji aliyê gelek weşanxaneyan ve fikren wî wek pirtûkan hatin weşandin. Wek nivîskarekî ku di kategoriya ewil a nivîskarên qedexe de derdikeve pêşberî me. Lê dema wext tê li vî welatî ji bo gelek pirsgirêkan tekane muxatab e. Wekî din dema tê xwestin jî di kategoriya ‘talûkeyê’ de dixin rêza yekemîn.” 
 
Guldiken, diyar kir ku gelek dadgehan û heta Dadgeha Makeqanûnê jî ji bo pirtûkên Ocalan hin biryar dane, lê belê li gel van biryaran jî pirtûkên Ocalan bi awayekî kêfî û sistematik tên qedexekirin. 
 
PIRTÛKÊN OCALAN JÎ TÊN TECRÎDKIRIN 
 
Guldîken, dest nîşan kir ku di muzekereyên di dema “Pêvajoya çareseriyê” de bi şahidiya dewletê fikren Ocalan digahştin xwendevan û girseyan, lê belê niha tenê tecrîd ne li ser wî li ser pirtûkên wî jî tê sepandin.
 
Guldîken, dest nîşan kir ku xwendevanên serdana standên wan dikin pirtûkên Abdullah Ocalan meraq dikin û dipirsin ka ew ê pirtûkên wî ji kuderê peyda bikin. Guldîken got ku hem li pirtûkfiroşan, hem li weşanxaneyan hem jî li girtîgehan tecrîdek li ser pirtûkên wî heye û wiha got: “Belavkirina pirtûkên wî tê qedexekirin. Pirtûkên wî li pêşangehan, pirtûkfiroşan, weşanxaneyan bi awayekî rihet nayên firotin û nagihên xwendevanan.”