`Diziya stranên kurdî xwe dispêre Plana Şerq Islahatê`

img

STENBOL – Copy Paste ku daneyên der barê tirkîkirina muzîka kurdî de derdixîne holê, got ku di sala 1925`an de di çarçoveya Plana Şerq Islahatê de belgeyeke nepen hatiye amadekirin û bi vê belgeyê stranên kurdî hatine dizîn. 

Daneyên nû yên der barê tirkîkirina muzîka kurdî de derdikevin holê. Herî dawî li ser Twitterê hesabê bi navê Serhat Eyalet Lordu di vî warî de hin parvekirin kiribûn û bi vê yekê tirkkirina muzûka kurdî careke din ketibû rojevê. Li ser civaka medyayî hesabê bi navê Copy Paste jî heman xebatê dike. 
 
Endamên koma Copy Pasteyê hem di malperê de hem jî bi riya Instagram, Twitter, Youtubeyê xebatan bi rê ve dibin û diyar kirin ku ev nêzî 3 mehan e heman xebatê dikin. 
 
Endamên komê diyar kirin ku der barê muzûka kurdî de çi hebin hatine xespkirin. Koma Copy Paste bi bîr xist ku gelek stranên kurdî wergerî tirkî hatine kirin. Copy Paste balê kişand ser belgeyeke nepen ku di sala 1925`an de di çarçoveya Plana Şerq Islahatê de hatiye amadekirin û wiha got: “Ev hevokên ku di vê belgeyê de cih digirin, nîşan dide ku ka bi çi awayî ev yek hatiye kirin; `…divê neyê jibîrkirin ku cilûberg, stran, lîstik, dawet, erf û edetên civakê jî tim û tim hestên netewî hişyar dikin û pêwendiya civakê ya bi rabirxuya wê re xurt dike. Ji ber vê divê tevî zaravayên wan ev tişt wek tiştên bixisar bên nîşandan, bên pîskirin(…), yanî divê zimanê wan, edetên wan bên tirkkirin… Ev peywireke girîng e.`”     
 
Copy Paste, dest nîşan kir ku ew xwedî li stranên ku çavkaniya wan kurdî ne û bêyî ku çavkaniyên wan bên nîşandan hatine tirkîkirin derdikevin. Copy Paste, diyar kir ku ji bo parastina çanda kurdî, berhevkirina wê  hewcetiyek e. Endamên komê anîn ziman ku wan xebatên Navenda Çande a Mezopotamyayê (NÇM) raçav kiriye û bi saya van xebatan ew bûne şahidên gelek tiştan û wiha domandin: “Mînak me dît ku piraniya repertuara muzîka tirkî ji newayên muzîka kurdî pêk tên. Hunermendên wek Îbrahîm Tatlises ji bo kilamên me bi tirkî gotin nivîsandine. Bi vî awayî hewl dane ku xwemaliya wan a kurdî bê jibîrkirin.” 
 
Copy Paste, diyar kir ku xebatên wan ên di vî darî de didomin û wiha got: “Diziya stranan polîtîkayeke bişavtinê ye, nehesibandin e.”  
 
Rûpelên Copy Pasteyê ev in: 
 
Web:  https://www.copypastemuzik.com 
 
http://twitter.com/muzikcopypaste, http://www.instagram.com/copypastemuzik/
 
http://www.facebook.com/copypastemuzik/
 
https://www.youtube.com/channel/UC9DvFuta3B2KDUiZ_iqQ0AA
 
MA / Sadiye Eser