Muzîkjenên li kolanan: Muzîka li kolanan watedartir e

img

MELETÎ – Kesên li navenda Meletiyê di Kolana Înonuyê re derbas dibin heta muzîka ku du xwendekarên lîseyê bi dirûşmeya “Dema muzîk li kuçe û kolanan bê îcrakirin watedartir û bedewtir dibe” îcra dikin guhdar nekin derbas nabin. 

Li navenda Meletiyê, xwendekarên lîseyê Hazar Deler û Berkay Mor ku ev saleke li Kolana Înonuyê bi gitara dest xwe muzîkê îcra dikin, bala gelek kesan dikişînin û bi taybetî jî ya xwendekarên lîseyê. Xwendekara pola 4’emîn a lîseyê Hazar Delera 17 salî anî ziman ku divê muzîk li nêvengên azad bê îcrakirin. Deler got ku dema wê li Enqereyê dixwend mamosteyê wê ew teşwîqî muzîkê kiriye û ji ber vê ew minetdarê mamosteyê xwe ye. 
 
Deler, diyar kir ku ew vî karî ji dil û can dikin û ev tişt gotin: “Ez û hevalê xwe, ji bo li malbatên xwe nebin bar, li kuçeyan hunera xwe îcra dikin û pereyan qezenc dikin. Hin kes muzîka me diecibînin û hin kes jî naecibînin. Lê belê bi piranî em bi bertekên erênî re rû bi rû dimînin. Pereyê ku em bi dest dixin li hevdu parve dikin. Dema mirov ji karê jê hez dike pereyan qezenc bike jî tiştekî xweş e. Em dixwazin di pêşerojê de bi hin hevalên ku enstrumanên cuda lê didin re komekê çê bikin. Niha fikrek me ya wisa heye.” 
 
Xwendekarê pola sêyemîn ê lîseyê Berkay Mor ê 16 salî jî ew her cure muzîkê lê didin û distrên. Mor wiha got: “Muzîk hunera ku tu hayjêxwebûnê li civakê peyda bikî.” Mor, got ku ew di muzîka ku îcra dikin de serketî ne. Mor anî ziman ku car carinan ew bi fikrên cuda re rû bi rû dimînin. Mor dest nîşan kir ku li Meletiyê herî zêde raxbet ji bo stranan û baxlemeyê heye û wiha domand: “Lê em bi gîtarê hunera xwe îcra dikin. Helbet kesên ji gîtarê hez nakin hene. Hema bêje em her cure stranan lê didin. Jixwe gelek mirov newêrin li kuçeyan lê bidin. Halbûkî her der qada muzîkê ye. Muzîk tenê li hin cihwarên diyar nayê îcrakirin, divê li her derî bê îcrakirin. Dema muzîk li kuçe û kolanan bê îcrakirin watedartir û bedewtir dibe.”