Kaniyên li taxên kurdan nayên nûkirin

img

ERZIROM – Li Erziromê 179 kaniyên dîrokî yên di dema Osmaniyan de hatine avakirin gelek jê hatine restorekirin. Lê kaniyên li cihê bi piranî kurd lê dijîn li ber hilweşandinê ne. 

Li Erziromê 179 kaniyên dîrokî yên di dema Osmaniyan de hatine avakirin yek ji çavkaniya herî girîng ên gel ku pêdiviyên xwe avê pêk tînin. Avê ji Çiyayê Palandoken, newal û deviyan bi 12 riyên cuda anîne kanyan. Ev kaniyên li bajêr şemldariya xwe diparêzin. Bi dehan kaniyên dîrokî yên li bajêr hatine tamîrkirin. Lê kaniyên li cihê bi piranî kurd lê dijîn nehatine tamîrkirin û li ber hilweşandinê ne. 
 
KANÎ BI ÇALAK TÊN BIKARANÎN 
 
Kanî bi teşeyên çargoşe hatine çêkirin û li ser kaniyan nivîs hatine nivîsin. Gelek muslixên berê di kaniyan de êdî tune ye. Li tevahiya bajêr gelek kanî ji ber nehatin restorekirin tune dibin. Ev kanî hêj ji aliyê welatiyan ve bi çalak tên bikaranîn. 
 
KANIYÊN TAXA KURDAN NAYÊN RESTOREKIRIN 
 
Li beşek mezin a bajêr her çiqas hin ji van kaniyên dîrokî hatibin restorekirin jî lê dest nedane kaniyên li taxên feqîr. Bi taybetî ava kaniyên li semta Mahallebaşi ku bi piranî kurd lê dijîn na herike. Kaniya li Duriyana Dortyolê li ser piya maye û lê gelek kaniyên li nav kolanan naherikin û dîwarên wan bi hilweşandinê re rû bi rû mane.