Çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî: Eşîk

img
STENBOL - Rojnameger Dîlek Gul, çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî yên penaber ên li Tirkiye kir belgefîlm. Gul, çîrokên serkeftinê yên jinên Sûriyeyî bi navê “Eşik” li ser perdeya sipî raxist. 
 
Rojnameger û nûçegîhana ÎMC TV ya bi KHK'ê hat girtin Dilek Gul, çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî yên penaber ku koçî Tirkiye kirine komî ser hev kir û kir belgefîlm. Gul, hemû çîrok û dîmenên jinên penaber ên Sûriyeyî kom kirin û bi navê “Eşik”  kir belge fîlm. Gul, çîrokên jinên ku rastî zor û zahmetiyên gelek dijwar hatine û piştî van zor û zahmetiyan bi ser ketine vedibêje. Gul, bi vê belgefîlmê armanc dike ku jinên rastî zor û zahmetiyên şer û têkoşîna wan a li dijî zor û zahmetiyan bi awayekî rasteqînî parve bike. Galaya fîlmê “Eşik” dê roja duyşemê li Navenda Çanda Fransiz bê peşandan. Belgefîlm, bi hevkariya Komeleya Alîkariya Hiqûqê ya li Dijî Tundiya Zayendî û piştgiriya Vakfa Civaka Vekirî (Açik Toplum Vakfi) û Sivîl bifikire (Sîvîl Duşun) hat amadekirin. 
 
Gul, destnişan kir ku medya navendî bêtir li ser fihûş, tacîz, tecawiz, şer, dizî wan dide nîşan û çîrokên wan ên neyînî nîşan dide û wiha got: "Çi çîrokek wan ku tabloyek neyîni derketibe holê nîşan dide. Lê sedema wan nîşan nade. Dîsa çîrokên serkeftî û têkoşînê nîşan nade. Divê ev alî jî bê dîtin. Min çîroka jinên ku bi têkoşîna xwe gihiştine encamekê û li ser piyan mane nîşan da. Divê ev aliyê wan jî bê dîtin û bê zanîn. 
 
MA / Yasîn Kobulan