Seyda bi berhemên xwe ket nav karwanên nemiran

img

AMED - Mûstafa Gazî bi navê xwe yê dîtir 'Seyda' helbestkar, bestekar û nivîskareke berhemdar. Di tevahiya jiyana xwe de wê nasnameya kurdî ya hatiye biçûkxistin ji xwe re kir xem û li hemberî polîtîkayên bişavtinê yên ji bo tunekirina kurdî dihatin sepandin têkoşiya. Seyda ku demeke dirêj ji ber nexweşîna xwe tedawî dibû, di 28'ê Mijdarê de çavê xwe li jiyanê girt. 

Nivîskar, helbestkar û bestekar Mûstafa Gazî bi navê xwe yê dîtir 'Seyda' ku alaya Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û Cegerxwînan dewr girt, di 28'ê Mijdarê de li Amedê li nexweşxaneya ku tedawî dibû çavê xwe li jiyanê girt. Seydayê ku ji bo kurdî tev digeriye û kedek mezin da di sala 1958'an de li gundê Şêxuliya yê Sêwrega Rihayê hat dinê. Piştî tê dinê bi demeke kurt kekê wî jiyana xwe ji dest dide û nasmeya kekê wî Mûstafa Gazî didin wî. Hîn salek wî temam nabe, malbata wî li Amedê bi cih dibe. Tim dianî ziman ku beriya Komarê Sêwreg girêdayî Amedê bû, ji ber vê xwe wek Amediyan dida nasîn û ji dêvla navê Mûstafa Gazî navê Seyda tercîh dikir. 
 
Seyda li vir mezin dibe û di ciwaniya xwe de ji bo tevgera azadiya ya kurd sempatiyek wî çê dibe û heta demeke dûr û dirêj di nav xebatên siyasî de cih digire. Paşê emrê xwe yê mayî dide xebatên çand û hunerê. Di salên 90'î de ku polîtîkayên bişavtinê bi awayekî zêde xwe didan der Seyda wiha dibêje "Naxwazim ji bilî xwe bibim kesekî din. Çawa çê bûbûm wisa me" û berê xwe dide çand û zimanê kurdî. 
 
JI DÊVLA ÊŞÊ ÎRONIYÊ TERCÎH KIR 
 
Seyda li gelek deverên bajêr bi dizîka dersên kurdî dide û li mala xwe ya li semta Koşûyolûyê ya li navçeya Rezanê Ferhengeke kurdî jî di nav de 12 pirtûkan dinivîse. Di pirtûkên xwe de ji dêvla êşên ku gelê kurd dikişîne, bi îroniyeke bandorker bêwatebûna polîtîkayên bişavtinê û ji bo çi dê ev polîtîka encamê nedin nivîsand. Di pirtûka xwe ya bi tirkî ya bi navê ‘Diyarbakır Kabadayıları, Delileri ve Pışo Meheme’ de Sûrê vedibêje û henekê xwe bi qedexeyan dike. 
 
RENGEKÎ CUDA LI MUZÎKA KURDÎ ZÊDE KIR 
 
Her wiha li gel van berhemên Seyda, gelek helbestên wî yên neketine pirtûkan jî hene. Li gel nasnameya xwe ya wêjeyî, Seyda bestekar bû jî û di heman demê de dildarê muzîkê bû. Gelek gotinên muzîkê nivîsandin û bêyî bedêl dan hunermendên kurd. Qîma xwe bi vê yekê jî neanî, di warê çêkirina klîban û albuman de destek da ciwanan. Seyda zêdeyî 200 beste nivîsandine. Hin hunermend û komên muzîkê yên besteyên wî distrên ev in: Koma Azad, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Şiyar, Siyabend, Zinar Sozdar, Şîlan, Serdar Metîn, Sebaheddîn Xoce, Şoreş, Selînay, Oruç, Azad Bîlen, Yekbûn û gelekên din.
 
Hin besteyên Seyda yên navdar ev in: “Evîndar im, Xerîb im, Fîsqaya, Aşiqê Te Me, Bê Te Nabe, Bêrîvan, Roja Min, Hesreta Welat, Çi Bêjim, Go Na Na, Kejê, Dunya Bi Dor e.” Ji bo ev beste û gotinên muzîkan ên wî veguherînin tirkî gelek eksan pere pêşniyazî Seyda kirine, lê belê wî ev yek red kiriye. 
 
‘TEKANE DERDÊ WÎ YEKÎTÎ Û AZADIYA KURDAN BÛ' 
 
Rojnameger Ferhat Mehmetoglû ku dostaniyeke wî ya 15 salan li gel Seyda hebû, behsa hêlên wî yên nayên zanîn kir. Mehmetoglû, diyar kir ku rewşa aborî ya Seydayê fedekar qet nebaş bû, lê belê li gel vê rewşê jî tu carî pêşaniya wî ne pere bûn. Mehmetoglû dest nîşan kir ku tekane derdê Seyda yekîtî û azadiya kurdan bû. Mehmetoglû diyar kir ku demeke dirêj Seyda ji ber nexweşîna di xwîna wî de tedawî dibû û bêyî dermanan nikaribû li ser piya bisekine. Mehmetoglû dest nîşan kir ku tevî vê rewşa xwe jî li mala xwe ya yekodeyî xebatên xwe didomandin. 
 
Mehmetoglû, dest nîşan kir ku pirî caran Seyda xemgîn bû û di hevpeyvîneke xwe ya 7 sal berê ku malpereke herêmî pê re kiribû de wiha gotibû: "Sedema huzna min ev bû; li welatê xwe bê welat bûm, zimanê min hebû bê ziman bûm, ne azad bûm û ez ewladê gelekî mazlûm ku ji her aliyî ve hatiye dorpêçkirin, biçûkxistin û azadiya wê hatiye desteserkirin. Mixabin hêzeke min a têrî dijmin bike tune bû û min tenê xwe li huzna xwe hêwirandibû."
 
Seyda tim kincên reş li xwe dikir û ji kesên ev yek meraq dikirin re sedema vê yekê nedigot. Mehmetoglû dest nîşan kir ku ji bo şîna ciwanên ku ji bo azadiya gelê kurd jiyana xwe ji dest dan bigire û nasnameya xwe ya kurdî ya hepsî ye reş li xwe dikir. 
 
Herî dawî Mehmetoglû diyar kir ku divê xwedî li mîrateya Seyda ku tim ji bo nasname û zimanê kurdî têkoşiya bê derketin. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz