Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin

img

STENBOL – 10 kesên xwedî pîxeyên cuda kom bûn û Koroya Hevdeng ava kirin. Koroya Hevdeng ji klamên herêma Serhadê yekem albuma xwe amade kirin. Koroya ku provayên xwe li salonên dawetan kirin diyar kirin ku wan di ber xwe da û klîba xwe çap kir. 

 
10 kesên xwedî pîşeyên cuda, di sala 2015'an de bi armanca çand û hunera herêma xwe pêş bixin, bidin nasîn û geş bikin, li hev kom bûn û  Koma Koroya Hevdeng ava kirin. Koma klamên herêma Serhedê kom kirin, bi alîkariya KOM Muzîkê yekemîn albuma xwe çap kirin. Endamên komê Nihat Balka, Mehemedê Serhedî, Evîn Balka, Hozan Medenî, Rohat Havîn, Mucahit Tucî, Mugdat Çalişkan, Tahsin Seyhan, Okan Azhan, Senar Ok, ku her yek karekî cuda dike û xwedî pîşeyekî cuda ye li hev kom bûn û koroya xwe ava kirin. Komê li şûna provayên xwe li Studyo amade bikin, li salonên dawletan prova kirin. Endamên komê niha li Salona dawetê ya Esenyurtê xebatên xwe yên muzîkê û albumê berdewam dikin. Endamên komê ji 13 newayan album amade kir. Komê ji berhemên "Nêrî", "Hay berde", "Şekir axa", "Talan hivo hey cer", "Hey cer hey cer" newayek ava kir û albuma xwe temam kirin. 
 
Endamên Koroyê Medeni Balka û Mugdat Çalişkan jî di 25'ê Cotmehê de li Çanakkale ji ber di dawetekê de stran gotin hatin binçavkirin û hatin girtin. Çalışkan û Balka niha li Girtîgeha tîpa M a Çanakkaleyê de girtî ne. 
 
Endama komê Evin Balka, niha li Bahçelievlerê diçe dawetan û provayan dike. Balka, anî ziman ku bi armanca çanda kurdan a tê xwestin biparêzin û li dijî bişaftin, tunekirin û komkujiya çandê têbikoşin xebatek bi vî rengî dimeşînin. 
 
Senar Ok  jî anî ziman ku ji bo parastina çandê û geşkirina çanda xwe xebatek wisa dimeşînin. 
 
Endamê komê Okan Azhan jî anî ziman ku hem karkerê înşaetê ye û hem jî j bo parastina çanda xwe di nava karê Koroya muzikê de cih digire. 
 
MA/Metin Yoksu