‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan

img
WAN - Lîstika ‘Mala  Bernarda Alba’ ya şaîr û nivîskar Federîco Lorca yê Îspanyolî dê sibe li Wanê derdikeve ser dikê. Derhênerê Lîstikê Nazmî Karaman, diyar kir ku lîstik balê dikişîne ser hemû pirsgirêkên jinan.  
 
Lîstika ‘Mala  Bernarda Alba’ya şaîr û nivîskar Federîco Garcîa Lorca yê Îspanylî, piştî Stenbolê û Amedê, niha di 4 û 5’ê Kanûnê de, ji aliye koma Şanoya Mencel ve dê bi kurdê derkeve ser dikê.  
 
'HER KADIN EVET BU BENİM DİYECEKTİR'
 
Dêrhênerê lîstika 10 jinan tê de rol girtin, Nazmî Karaman kir. Karaman, diyar kir ku ji ber zêdebûna pirsgirêka jinê ya li cîhanê ev lîstik hilbijartiye û wiha axivî: “Nivîskarê lîstikê ligel ku Îspaniye, bal kişandiye ser hemû pirsgirêkên jinan.  Mala Xwişka Bernarda çîroka hemû jinane. Jina ku di lîstikê de vedibêje, pirsgirêka jinên kurd, tirk û Ermenî dike mijar. Hemû  kesên temaşe dikin, di xwe de tiştekê dibînin. Lîstik di çarçoveya  gerdûnî de vedibêje.”
 
‘KURDÎ LI LÎSTOKÊ HAT’
 
Karaman, da zanîn ku ev lîstik bi kurdî li Wanê pêşandina keyfxweşiyekê dide wî û wiha got: “Ji bo ku nifûsa kurdan li Wanê zêdeye, me bi kurdî hilbijart. Divê li bajareke mîna Wanê mirov lîstikên kurdî çêbike.”
 
Karaman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez difirikim ku gelê wanê eleqeyek mezin nîşanî lîstikê dide. Di 4 û 5’ê Kanûnê de em hemû şanohezan vedixîn in, salona Mencel. Em dixwazin hemû gelê me saet di 18.00’an de bên lîstikê temaşe bikin.”