Mozaîk û dêra suryaniyan di vekolînên Minbicê de hatin dîtin

img

MINBIC - Di kolandina li Minbicê de mozaîk û sûrên dêra suryaniyan hat dîtin. 

Li gorî nûçeya ANHA, tîmên vekolandinê yên girêdayî kargeriya şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Minbicê vekolînên derxistina mozayîk û dêreke Suryaniyan a li taxa pîşeyî ya bajêr xebatên xwe dimeşînin, da ku bêne parastin û sererastkirin. Li bajarê Minbicê gelek dever û cihên kevnar û dîrokî hene. Ev yek jî piştrast dike ku gelek şaristanî li vir hatine avakirin û bajar di gelek serdemên dîrokî re derbas bûye.
 
Di serdemên kevnar de peywira bajarê Minbicê olî bû û Aramiyan weke paytexta xwe bi nav kirin. Li vir peykerên xwedawenda bahozan Hudid û xwedawenda avê Atarkatîs hatin çêkirin. Peykera Atarkatîs li ser erebeyekê ku şêr dikişînin hatiye çêkirin û di destên wê de alaveke mûzîkê heye û li ser serê tacek hatiye danîn. Lê diyar e peywira bajêr a sereke şer bû, nemaze baregeha sereke ya artêşa Romaniyan li vir hatibû avakirin û ji vê deverê êrîşên xwe bi ser Mezopotamiya û Faris de dibirin. Yostiyanos li vir sûrekî xurt ava kir. Ev sûra Bîzantîk nîşan dide ku keleheke xurt e. Di serdema Umewiyan de bi Cund Qinisrîn û Helebê ve hate girêdan û peywira xwe ya şer berdewam kir. Her wiha li dijî Romaniyan bû kelemeke îslamiyan.
 
Kar û xebatên vekolandina şûnwarên li vir nehatine rawestandin, nemaze ji ber ku gelek şûnwar û bermahiyên serdemên cûda li vir hatin vedîtin.
Çalakiya vekolandinê ya herî dawî ji aliyê şandeyeke hevbeş a Sûriye û Fransayê ve di sala 2010’an de pêk hat. Di encamê de dêreke Suryaniyan û sûrê dêrê hatin vedîtin. Evan herdu cihên dîrokî jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ziyan dîtine.
 
Di van pênc salên dawî de jî xebatên vekolandinê ji ber rewşên awarte hatine rawestandin. Piştî ku herêmê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji destên çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Kargeriya Şûnwaran a Meclîsa Sivîl a Minbicê di 26’ê Tebaxê de xebatên xwe dest pê kirin da ku hemû bermahî û şûnwarên herêmê bêne parastin.
 
Dêra li taxa pîşeyî ya li navenda bajarê Minbicê li gorî pisporan vedigere serdema Bîzantiyan û bi taybet qonaxa belavkirina xiristiyaniya bi dizî, li vir oldarekî bi navê Geriyagos hebû  û bi dizî îbadeta xwe li vê dêrê dikir. Piştî ku xiristiyanî belav bû ev dêr hate mezinkirin.
 
Nexşeya mozayîkê jî li rex dêrê ye û di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rastî ziyanan hatiye. Li ser vê mozayîkê efsaneyeke nêçîrê hatiye nexşandin û ji aliyê çeteyan ve rûyê nêçîrvan hatiye xirabkirin. Kargeriya Şûnwaran li rex vê tabloya mozayîkê hin tabloyên din ên mozayîkê yên serdema Bîzantiyan ku bandor ji şaristaniyên beriya xwe wergirtine vedîtin.EBID EL WEHAB SEXO
 
Serokê beşa vekolînê ya kargeriya şûnwaran, şûnwarnas Ebdullwehab Şêxo diyar kir ku kargeriya şûnwaran a Minbicê ji bo van tabloyên hatine xirabkirin sererast bike di nava xebatan de ye, her wiha dê dîwarekî li derdora van tabloyan ava bike da ku bêne parastin.
 
Şêxo destnîşan kir ku ew xebatên xwe bi rêk û pêk dimeşînin da ku şûnwar û kevneşopiya vê herêmê biparêzin.
 
Li gorî Şêxo armanc ji vekolandin ew e ku tabloyên mozayîkê ku ji aliyê çeteyan ve rastî ziyanan hatine dê sererast bikin û bermahiyên kevnar di mûzeyekê de ku dê were avakirin, biparêzin.