'Chalak Events' derdorên cuda li dora kurdî dicivîne

img

STENBOL - Xwendekarên kurd ê zanîngehê Koma “Chalak Events” ava kirin û hemû kesên eleqeyê nîşanî çand û hunera kurdan didin, di çalakiyên cuda de kom dikin. 

Xwendekarên kurd ên li Stenbolê zanîngehê dixwînin, bi armanca hemû beşên cuda yên eleqeyê nîşanî çand û hunera kurdan didin di çalakiya cûda de kom bikin Koma Chalak Events ava kirin. Di serî de ji zanîngehên Stenbol, Bogazîçî, Marmarayê û gelek zanîngehên din xwendekar civîyan û li cihên cuda şahiyan pêk tînin. Chalak Events kursan, pêşandanan fîlman, geşt, konser û panelan lidardixe û hemû bernameyên xwe jî bi kurdî çêdikin. Endamên Chalak Events Mehmet Resul Yagiz û Kînem Şahîn têkildarî komê agahî dan.  
 
'JI BO BALÊ BIKIŞÎNE KIRIN CHALAK'
 
Mehmet Resul Yagiz, bal kişand ser navê “Chalak Events” û wiha axivî: “Chalak di kurdî de ‘çalakiye’, Events jî di Îngîlîzî de tê wayeta ‘çalakiyê’. Ji bo bala raya giştî bikişîne û temayek cûda nîşan bide me navê ‘Chalak Eventes’ bijart. Destpêkê me navê ‘Kurdısh Camping’ ceriband. Piştre jî me bi navê ‘Kurdish Home Party’ şahiyek mûzîk û govendê li darxist. Dûre jî bi çend hevalan re me nîqaşa ‘gelo em çima tiştên xweştir çênakin’ kir û me biryar da ku em komekê ava bikin. Piştî me Chalak Events avakir û şûn de, me bi navê ‘home Semînar’ û Raperînên Kurdan’ semînar dan. Bi vê re me bernameya Fîlma ‘Banda Fîlmên Kurdî’ li Zanîngeha Bogazîçî nîşan da.”
 
'ME XWEST EM TIŞTEK CUDA BICERIBÎN IN' 
 
Yagiz, da zanîn ku xwendekarên zanîngehê yên li Kurdisatên dixwînin bi wan re dikevin nava têkiliyê û wiha got: “Ji Wan, Mêrdîn, Mêrsîn, Antalya û Denîzlî ji bo me teklif tên. Me bi Wanê dest pê kir. Ger em bi ser bixwin emê li bajarên din jî xebata xwe bikin. Em jî li Kurdistanê mezin bûn. Bikaranîna Îngîlîzce bila neyê wê wateyê ku em xwe cuda dibîn in. Me xwest em tiştek cuda biceribîn in.”   
 
‘JIN ZÊDETIRIN’
 
Kînem Şahîn jî, bal kişand ser zêdebûna jinan a di komê de û wiha axivî: “Di mekanîzmayên biryar girtinê de hêjmara jinan ji ya zilaman zêdetire. Di her şahiyekê de jinek û zilamak erk digirin. Listika fulbolê ya bêzayend me lîst. Hefteya derbas bûyî me lîstika xwe ya kemîn lidarxist. Lîstika me ya têkelhev xweş derbas bû. Lê me dît ku hîna jî dijûnên nêrtî tên kirin. Ji bo vê yekê me nîqaş kir. Mînak em ê ji Jineolojiyê bixwazin ku dersên ‘Atolyeya Zilamtiyê’ bidin. Bi taybetî em ê vê ji bo zilamên ku tên bernameyên me, em ê daxwaz bikin. Her wiha dê dinava  bernameyên me de semînerên wiha jî hebin.”
 
Şahîn, anî ziman ku dê bi tevlîbûna nivîskarên kurd û akademîsyenan gotûbêjan lidarbixwin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê li Zanîngeha Bogazîçî dinava vê mehê de, gotûbêja pirtûka dawî ya Kawa Nemir lidarbixin.”     
 
MA / Muhammet Dogru