LaWjeyê Rûbaro ji nû ve vegot

img

AMED  – LaWjeyê strana Rûbaro ya herêma Colemêrgê ji nû ve newayek û teşeyek da û bi guhdaran re parve kir. 

Koma LaWje stranên herêma Colemêrgê ji nûve bi naweyek din rist û distirê. Strana bi navê Rûbaro li gorî şêweyê xwe hûna û pêşkêş kir. Di sala 2014’an de LaWjeyê muzîka fîlê “Sesime Gel” (Were Dengê Min) a derhêneriya wê Huseyîn Karabay kiribû jî çêkiribû û di 33’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de, xelata “Muzîka Herî Baş a Fîlmê” wergirtibû. 
 
LaWjeyê careke din strana Rûbaro li gorî tarza xwe stra. Bi derhêneriya Dilşat Canan klîba stranê kişad. Klîb bi rêya kanalên youtubeyê xwe gihand guhdar û temaşevanan. LaWjeyê aşkera kir ku ew ê stran û muzîka kurdî sererast bikin û bînin ziman û ev tişt got: “Em dixwazin cewhera muzîka kurdî biparêzin û muzîkê bigihînin îro. Di van rojên ku konser, mîhrîcan tên qedexekirin de, em dixwazin muzîka kurdî berhev bikin û li gorî cewhera wê bigihînin guhdarvanan.”
 
Alî Tekbaş ê di LaWjeyê de hunerê dike, herî dawî bi Kardeş Turkulerê re di albuma Yol (Rê) de strana Helalê gotibû. Strana Helalê straneke herêma Colemêrgê ye.