Aydin: Qadên çand û hunerê yên Beyogluyê tên talankirin

img

STENBOL – Lîstikvan Orhan Aydin, diyar kir ku AKP avahiyên çandeyî yên li Beyogluyê dike qurbana polîtîkayên xwe yên rantê û wiha got: “Di şerê Rojhilata Navîn û Kurdistanê de îro çawa DAIŞ bi wan keraneyên di dest xwe de mîrateya hevpar a dîroka mirovatiyê tune dike, AKP jî qadên çand û hunerê yên li Beyogluyê talan dike.” 

Navçeya Beyoglu ya Stenbolê gelek berhemên dîrokî û avahiyên çandî di xwe de dihebîne û wek nîvgiraveke dîrokî tê binavkirin. Heman navçe bi dêrên xwe û avahiyên xwe yên mîmarî xwedî mîrateyeke hevpar a cîhanê ye. Lê belê di demên dawî de li Beyogluyê avahiyên wek Sînemaya Emekê û Navenda Çandê ya Ataturkê û gelekên din bi tunebûyînê re rû bi rû ne. Lîstikvan û şanoger Orhan Aydin polîtîkayên ku AKP li Beyogluyê disepîne nirxandin. Aydin got ku AKP bi dijminahî êrîşî hemû tiştên ku derî polîtîkaya xwe ne dike. 
Aydin, dest nîşan kir ku avahiyên çandî pêşkeşî rantê tên kirin. Aydin, gotinên Erdogan “qurîşek pereyê min jî tune ye ku ji bo kevirê gawiran xerc bikim” ku dema şaredar bû gotibûn bi bîr xist. Aydin, anî ziman ku sûr di warê dîroka cîhanê de jî xwedî cihekî girîng in û wiha domand: “Ya ku jê re dibêjin guherandina bajêr, ji bo min kuştina bajêr e. Polîtîkayên AKP’ê van qadan veguherand qadên rantê. Rewşa êşbar a nîvgirava dîrokê ku ji aliyê UNESCO’yê hatiye parastin berhema polîtîkayên rantê ye. Hemû avahiyên dîrokî û çandî ya bûne otel an jî restaurant. Nîvgirava dîrokî ji wesfa dîrokbûyînê hatiye derxistin.” 
 
Orhan dest nîşan kir ku ji roja ku AKP bi şaredariyan hatiye ser kar, dest bi polîtîkayên rantê kiriye. Aydin got ku yek ji raçînga dîrokî ya ku ji bo wan girîng e û kêfxweşî û êşên mirovan vegotine Sînemaya Emekê ye û Navenda Çandê ya Ataturkê jî yek ji wan avahiyan e û wiha got: “Xana Narmanli ya li Kolana Îstiklalê jî di heman rewşê de ye.” Aydin, anî ziman ku di bin navê restorasyonê de Xana Narmanliyê veguherandine betonarmeyê. Aydin got ku di bin banê vê Xanê de hunermendên wek Bedri Rahmi Eyyup gelek berhem dane, lê niha rabirdûya van hunermendan tê tunekirin û van derên dîrokî û çandî veduguherînin navendên danûstendinê. 
 
‘AKP DIXWAZE DÎROKA XWE BINIVÎSE’ 
 
Aydin, anî ziman ku AKP li Stenbolê ji bo “navenda rantê” Beyogluyê hilbijartiye. Aydin diyar kir ku bi hinceta li hemberî erdhejê xwe ranagire deriyê Şanoya Muammer Karacayê hatiye mohrkirin û paşê ew deriyê ku hat mohrkirin wek qada turîstîk hat îlankirin û wiha got: “Lê belê ketina kuçeya wê jî qedexe ye. Bi vê yekê armanc ew e ku fetisandina lîstikên şanoyê yên li wir e û ew tişt pêk anîn.” Aydin diyar kir ku bi taybetî AKP bi dijminahiyî nêzî qadên çandî dibe û talankirina mîrateyên çandî ji bo AKP’ê tê wateya deriyê rantê. Aydin dest nîşan kir ku AKP bi vî awayî dixwaze dîroka xwe binivîse. 
 
‘DIJMINÊ ÇAND Û HUNERÊ NE’ 
 
Aydin, anî ziman ku di hedefa kesên simsartiya olê dikin de huner heye û herî dawî ev tişt gotin: “Di şerê Rojhilata Navîn û Kurdistanê de îro çawa DAIŞ bi wan keraneyên di dest xwe de mîrateya hevpar a dîroka mirovatiyê tune dike, AKP jî qadên çand û hunerê yên lu Beyogluyê talan dike. Wê roj bê û dê ev jî bi balyozan qadên çand û hunerê tune bikin.”