Der barê Malakaniyên qet çekan hilnagirin de çend tiştên nayên zanîn

img

QERS - Malakan hemû ferzkirinê olî, şer, îkon û xaç red dikin û wekî koma herî pasîfîst a cîhanê tên zanîn. Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Qersê Vedat Akçayoz ê malakanî ye, behsa malakanan kir. 

Di salên 1600’î de ji ber li Rûsyayê Moloko ango "Rojiya şîr" a 200 rojî û desthilatdariya olî û Çar red kirine, Malakan ji Dêra Ortodoksê vediqetin. Malakan wek koma herî pasîfîst a cîhanê tên zanîn. Remzên wek îkon û xaç red dikin. Malakan li dijî hemû kesên dikevin navbera wan û Xwedê derdikevin. Yek ji taybetmendiya wan din jî ew e ku çekan nadin destên xwe. Ji ber cudahiya wan a olî û çekan nadin destên xwe gelek caran bi sirgûnan re rû bi rû dimînin. Her çi qas li Qersê hindik bin jî lê hêj xwe wek civakekê dibînin û dijîn. 
 
Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Qersê Vedat Akçayoz ku bi xwe jî Malakanî ye 20 sal e li ser Malakanan lêkolînan dike. Akçayoz der barê Malakanan de tiştên nayên zanîn ji ajansa me Ajansa Mezopotamyayê re vegotin. 
 
 Navê Malakan ji ku tê û hûn bi kurtasî dikarin behsa Malakanan bikin?
 
Malakan mezhebebeke ku ji Dêra Ortodoks veqetiyaye. Baweriya xwe bi pirtûka Roj a senteza Zebûr, Tewrat û Încîlê tînin. Ahîta berê jî wek pirtûka pîroz qebûl dikin. Di xirîstaniyê de hin serdeman ji ber tevlî “Qedexeya xwarin û vexwarinên ji sewalan pêk tê nebûne” û şîr vexwarine navê “Moloko” ku bi Rûsî tê wateya “Şîr” li wan hatiye kirin. Civakek jiyanek hevpar dihebîne. Di salên 1800’î de ji aliyê Çariê Rûs ve sirgûnî herêmê tên kirin. 
 
DAIŞ li ser navê olê serê mirovan jê dike. Cihû zarokên Filîstînî qetil dike û xirîstiyan jî bi heman rengî mirovan dikujin. Lê Malakanî ji ber baweriya xwe bi heyîna mirovan a xwedawendiya ser ruyê erdê tînin li dijî kuştinê ne. Cîranên xwe wek perçeyek Xweda dibînin. 
 
Hinceta sirgûnê çî ye? 
 
Heta salên 1800'î bi awayekî komunal li derdora Deryaya Azad jiyana xwe domandin. Di dawiya vê pêvajoyê de di navbera wa û Çarê Rûs de pirsgirêk rû didin û guherandina olê li wan tê ferzkirin û ji ber vê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Herî dawî jî ji wan re wisa tê gotin “Ya biçin Qafkasan an jî hûn ê ola me qebûl bikin.” Ji ber ku olê qebûl nekirine ji sedî 95’ê gel diajon Qafkasyayê. Dema dibe salên 1840’î her çi qas zexta Çar tune be jî tev li şer dibin. Ev di dema Împaratoriya Osmanî de diqewime. Gelê Dukhoboyî jî wek Malakanan bi heman çarenûsê re rû bi rû dimînin. Dukhoboyî jî wek Malakanan şer qebûl nakin û peywira veguhestina baran a eniyên şer ên baş didin wan. 
 
Pişt re çi qewimîn? 
 
Her du civak jî di 25’ê hezîrana 1895’an de li Slaviyanka Azerbaycan, Orlofko ya Gurcîstan û gundên Karahan a Tirkiyeyê gotin “destên me qirêj bûn” û çekên di destên xwe de şewitandin û carek din çek hilnegirtin.
 
Di sala 1895’an de li artêşa Çar di kêliya ayînekê de Malakan û Dukhoboyî çekên di destên xwe de datînin. Ev helwest ji aliyê Rûsan ve wek “raperîn” hat fêmkirin. Her du civak jî di 25’ê Hezîrana 1895’an de li Slaviyanka Azerbaycan, Orlofko ya Gurcîstan û gundên Karahan a Tirkiyeyê gotin “destên me qirêj bûn” û çekên di destên xwe de şewitandin û carek din çek hilnegirtin. Ev yek jî bû sedema berteka Çar. Li her du civakan jî li cihê çekên xwe şewitandine, îşkence li wan tê kirin. Li gel vê yekê jî carek din çekan nadin destên xwe. Şewitandina çekan a Malakan û Dukhoboyiyan serîhildana ewil a li hemberî çekan û şer e. Ev rêxistinbûna wan a ewil e. Ev serîrakirin bûye stratejiya felsefî ya rêberê ruhanî yê Hîndastanê Mahatma Gandî jî. 
 
Di encama îşkenceya li herdu civakan jî tê kirin nivîskarê rûsî Levy Tolstoy belavokek bi navê “Bang” diweşîne. Di belavokê de wiha tê gotin: “Ey mirovahî ji ber nexwestine li Qafkasyayê şer bikin zext li wan tê kirin û tên kuştin. Bila hemû gelê cîhanê bibin alîkar.” Pişt re pereyên ji romana bi navê “Vejîn” ku qezenc dike ji wan re dişîne. 
 
Malakan çawa koçî Qersê kirin û li vir jiyanek çawa ava kirin? 
 
Piştî şerê navbera Osmanî û Rûsan ê di 1878’an de bi îmzekirina peymana Ayestefanos re Malakanan li herêma Qersê bi cih dikin. Hejmara Dukhoboyî û kêmarên wê demê li derdora 18 hezaran bûye. Piştî qonaxa vê pêvajoyê Malakan li 35 gundên Qersê bi cih dibin. Malakan li cihê avî aşan çê dikin û pêdiviyên xwe peyda dikin. Ji ber ku Malakan xwedî rêxstinbûna komunal in pir zû û serkeftî derbasî hilberînê dibin û zû dewlemend dibin. Li bajêr hêj baneyên ji serdema Malakanan mane hene. Hêj di nav gel de biwêjên “Çêleka Malakan” û “Hespê Malakan” tên bikaranîn. 
 
We di belgefîlma "Rengên Çilmisî yên Qersê Molakan" de bal kişandiye ser bûyerên 6-7'ê Îlonê û aşkera kiriye ku ji ber vê koçberî çê bûye. Çawa tesîr jê girtin?
 
Ermenî û Malakanên li herêmê mane, ji ber Şerê Cîhanê yê Yekemîn ê di sala 1912'an dest pê kir û heta tundiya salên 1962'yan, li gelek deverên cîhanê belav bûne. Bi taybetî di 6-7'ê Îlona 1956'an de li Stenbolê bûyer qewimîn û komek Malakanî ji herêmê veqetiyan. Piştî vê pêvajoyê di nava dewlemendan de Malakanên herî dewlemend, bi hesabê dê piştî salekê ji Tirkiyeyê biçin, hemû mal û milkên xwe bi buhayekî erzan difiroşin. Lê heqê wan jî negirtin û ketin nav xizaniyê. Lê gel vê salek bi ser re derbas dibe, Malakaniyên xizaniyê dikişînin, nahêlin biçin Rûsyayê. Ji ber krîza li Rûsya û Amerîkayê, nahêlin malakanî biçin Rûsyayê. Pêvajoya ku di salên 1956'an dest pê dike, heta 1962'yan dewam dike. Piştî 1962'yan li gel hemû astengiyên ku "Neçin Rûsyayê" beşeke Malekanan diçin Rûsyayê.
 
Cihên ku Malakanî lê bi cih bûn pirsgirêkên çawa ji bo wan xwe dan der?
 
Ji bo em li ser Malakanan lêkolînê bikin, ez bi dayika xwe re di sala 2008'an de çûm Rûsyayê. Min li ser pirsên "Malakanên li vê herêmê koç kirin çi dikin? Piştî wê pêvajoyê çi qezenc kirin û çi winda kirin? Li wir çawa xwe tev li civakê kirin?" li bersivan geriyam. Mixabin malekaniyan xwe tev li tu civakê nekirine. Ji malakanên çûn Rûsyayê re gotin 'Turko', negirtin nava xwe û ew wêder kirin. Her wekî civakeke wêderkirî jiyana xwe domandin. Li Tirkiyeyê jî bi gotina 'Tovên Rûsan' hatin pênasekirin. Hêj welatiyên cîhanê ne. Bîra Qersê dikin lê gelek malakanî dibêjin ku "Heke em li wir bimana em ê perîşan bûna. Qet nebe li Rûsyayê dewlet alîkariya me dike. Sîgorte û ewlehiya jiyana me heye."
 
Di Malakanan de têkiliya jin û mêr çawa ye?
 
Malakanî ji siyaset û hemû birdoziyan dûr, civakeke ji bo jiyana xwe dewam bikin, li gorî cîhana xwe tev digerin. Di têkiliyên jin û mêran de jiyaneke komunal li pêş e. Malakanî ji derve re girtî ne, kêm be jî li dijî jiyan dewletê derdikevin, civakeke bi tevahî şer naxwaze. Mêr an jî jinek ji kesekî derveyê malakanan re bizewice, bi tevahî tê wêder kirin.
 
Hûn kêngî hîn bûn ku hûn malakanî ne? 
 
Ez di sala 1962'yan de hêj 6 salî bûm kalê min hatibû mala me. Ji dayika min re got ku malakanî çûne, dayika min giriya. Min jî ji dayika xwe pirsî ku çima digirî. Dayika min got ku "Malakanî diçin." Min pirsa "Malakanî tê çi wateyê?" ji dayika xwe kir. Dayika min bersiva "Ew dilê min in û diçin, ez ê jî li vir tenê bimînim" da. Min wê demê fêm kir û 20 sal e ez der barê malakanan de lêkolînê dikim.
 
Malakaniyên bûne misliman hene? Te qet çîrokên wan guhdar kirin?
 
Pîra min piştî bi kalê min re zewicî ye bûye misliman. Mînak gelek xwarinên xweş çê kiriye. Cîranên wan û kesayetên malbatê dema xwarinên wê xwarine, 3 caran devê xwe bi bisimillahê şûştine. 
 
Pîra min piştî bi kalê min re dizewice, bûye misilman. Pîra min a bûye misilman her dem misilmanan zext li wê kirine û ew wêder kirine. Divê ev bîranîn bê ziman; pîra min li gundê Çakmakê yê Qersê xwarinê çê dike. Jinên gund ji bo wê xwarinê bixwin, li cihekî xwe vedişêrin. Lê piştî jin xwarinê dixwin diçin ser sûlava gund û bi bisimillahê devê xwe dişon. Vê yekê ji ber ku bi destê malakaniyekê xwarinê dixwin dikin. Heman tişt di nava malbata pîra min de jî pêk tê. Dayika min xwarinên gelek xweş çê dikir. Ya xwarinê çê dike dayik, ya tîne ser sifrê dayik; têfika ku têde xwarinê dixwe, kesên li malê bi bismillahê 3 caran dişon û datînin cihekî cuda. Lê dema vê dibîne di warê ruhî de têk diçe. Yanî dema malakanî dizewicin ne li dêrê û ne jî li mizgeftê cih digirin.
 
Niha li Qersê çend malakanî hene?
 
Niha li Qersê 15 malakanî hene û asîmle nebûne. Ji nivşên duyemîn û sêyemîn malakanî hene lê, bi her awayî asîmle bûne. Piştî vê xebata min, malakanî jî civakek çawa ne, dixwînin û hîn dibin. Armanca min ew e vê civaka ku asîmle bûye derxim holê. Ez di wê baweriyê de me dê desthilatdarên cîhanê gelek tiştên girîng ji malakaniyan hîn bibin. Malakaniyên li Qersê dimînin jî nasnameya xwe vedişêrin. Piştî vê xebatê hinekî xwe aşkera kirin. Li cîhanê qasî 3 milyon nifûsa malakaniyan û dukhoboriyan heye.
 
Her sal pêlîstok bin jî çekan dişewitînin. Hûn dikarin peyamên di vê çalakiyê de parve bikin?
 
Malakanî di warê olî de ji Pirtûka Tavê a ji Tewrat, Încîl û Zebûrê sûd hatiye girtin bawer dikin. Ji ber ku malakanî mirovan wekî sûretê Xwedê yê li ser erdê dibînin, li dijî kuştina mirovan in û her sal vê peyamê didin. Ji ber ku malakanî civakek pasîf in, ji bo li gundê Karahanê bi dukhoboran re şer nekin, di 25'ê Hezîrana 1895'an de, çekên xwe dişewitînin. Heta ji destê min tê, ez jî her sal di 25'ê Hezîranê de diçim gund û wan çekên pêlîstok dişewitînim. Malakanî jî her sal bi rîtuelekî li dijî şer berteka xwe nîşan didin.
 
MA / Mahmut Ruvanas