Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê

img

MÊRSÎN – Muzîkjenên ku wê kuçe û kolanên Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê rengîn bikin, anîn ziman ku armanca wan ew e ku zimanên cuda û çandên cuda bigihînin hev. Muzîkjenan destnîşan kir ku tevî hemû çewisandin û astengiyên Rewşa Awarte jî ew ê bê tirs stranên xwe bibêjin. 

Komên muzîkê yên bi navê Kolan, Waweylê û Bager ên li Stenbol û Mêrsînê ji aliyê muzîkjenên li kuçe û kolanan hunera xwe îcra dikin hatin avakirin, ji bo stranên bi zimanên cuda bigihînin çandên cuda zend û bend badan. Koma Kolanê ya li Stenbolê û Koma Waweylê ya li Mêrsînê 4 roj berê hatin gel hev û bi stranên xwe kolan rengîn kirin. Koma ku li kuçe û kolanan tim bi qedexeyan re rû bi rû dimîne û ji ber vê navê “Yoldayiz Muzîk” (Em di rê de ne) li xwe kir, piştî bernameyên xwe yên li Mêrsînê îro wê bi otostopê ber bi Îzmîrê ve biçe û ji wir jî berê xwe bide Stenbolê. 
 
Ji endamên komê Mazlûm Yerlîkaya bi lêv kir ku muzîka li kuçeyan muzîkeke alternatîf e û ji bo jîndarkirina wê wan serî li riyeke wisa daye. Yerlîkaya anî ziman ku muzîk tiştekî gerdûnî ye û ev tişt gotin: “Li kuçeyan em bi her zimanî distrên. Ji ber vê em bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Çimkî ji ber polis û zabite bi mantiqa dewletê tev digerin, hin muzîkan qebûl nakin. Bi Rewşa Awarte re gelek muzîkjenên li kolanan hatin binçavkirin û amûrên wan ên muzîkê tên şikandin. Lê belê tevî vana hemûyan jî em ê her muzîka xwe îcra bikin.” 
 
‘BÊTIRS DIVÊ EM LI KUÇE Û KOLANAN STRANÊN KURDÎ BERBELAV BIKIN’ 
 
Yerlîkaya anî ziman ku ew li nav çar dîwaran asêkirina muzîkî qebûl nakin û ew hewl didin ku muzîkê veguhêzînin kuçeyan û ji bin banê hin çînan xelas bikin. Yerlîkaya destnîşan kir ku di demên dawî de herî zêde ji ber stranên kurdî ew bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin, lê belê bêyî tirs divê ew li kuçe û kolanan stranên kurdî berbelav bikin. 
Yerlîkaya diyar kir ku armanca tûra wan ew e ku stranên bi zimanên cuda veguhêzînin bajarên cuda. 
 
‘EM Ê BI OTOSTOP Û MEŞÊ TÛRA XWE TEMAM BIKIN’ 
 
Endam komê Bariş Arûn jî bi lêv kir ku di demên dawî de di muzîka li kolanan de jî westadriyek xwe daye der û armanca wan din jî ew e ku vê westdariyê bişikînin. Arûn, got ku ew dixwazin biçin hemû bajarên welat lê belê ji ber şertên zivistanê ew ê niha tenê berê xwe bidin bajarên hewa wan nerm û ew ê vê tûra xwe bi meş û otostopê temam bikin. Arûn diyar kir ku ew ji bo tiştekî madî vê yekê nakin, tenê dixwazin muzîka xwe îcra bikin. 
 
Her wiha Arûn destnîşan kir ku li kuçe û kolanan hunermend azadtir in û ew ê tevî hemû zext û zoriyên Rewşa Awarte jî her muzîka xwe îcra bikin û bidomînin.