Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin 2024-07-26 13:07:39 NAVENDA NÛÇAYAN - 69 xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re name şandin û wiha bang kirin: “Em dixwazin Abdullah Ocalan were berdan û muzakereyên nîvcoyî mane ji nû ve bên destpêkirin.”   69 xelatgirên Nobelê, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa û Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê re name nivîsandin. Di nameyê de ji saziyên pêwendîdar hate xwestin ku ji bo parastina mafên Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin.   Herwiha name ji bo ku bi lezgînî cidî were girtin ji Ofîsa Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabrielius Landsbergi, ji Komîteya Pêşîgirtina li Ceza yan jî Muameleya Biçûkxistinê yan jî Dermirovî (CPT) Dr. Alan Mitchell û Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya Konseya Ewropa Marko Bošnjak re hate nivîsandin.   ‘BILA ABDULLAH OCALAN AZAD BE, MUZAKERE DEST PÊ BIKIN’    Li ser navê torê name ji aliyê Profesora Beşa Perwerdeya Fakulteya Psîkolojî ya Zanîngeha Bergen Kariane Westrheim ve hate şandin û ev tişt hate gotin: “Em bang dikin ku Abdullah Ocalan were berdan û muzakereyên hatine taloqkirin, jinûve bên destpêkirin.”    Di nameyê de hate diyarkirin ku Xelatgirên Nobelê têkildarî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin, bi fikar in û hat ragihandin ku ev ne nameya yekeme ku têkildarî rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê, hatiye nivîsandin.   Di nameyê de bal hate kişandina ser nameyên ku di Çileya 2019’an de ji saziyên pêwendîdar re hatin şandin û ev tişt hate gotin: “Parêzerên Ocalan 29’ê Tîrmeha 2022’yan serî li Komîsertiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) dan û li dijî qedexeyên bi vî rengî, daxwazeke tedbîrê kirin. Bang li OHCHR’ê bang kiribû ku divê dawî li hepskirina bêpeywendî bê anîn û mafê peywendiya bêsînor bê dayîn. Lê Hikûmeta Tirk bêyî ku xwe bispêre zagoneke hiqûqî, di bersivên dayî Komîteyê de ev qedexe parastin. Ji aliyê OHCHR’ê ve li ser navê wê ti gavek din nehate avêtin.”   ‘CPT AGAHIYÊN SERDANÊ NEDAN’   Di nameyê de hat destnîşankirin ku derbarê serdanên li Îmraliyê hatine kirin, 30 rapor hatine nivîsandin û wiha hate gotin: “Tevî vê yekê jî ne diyar e ka çi bandora van serdan û raporan li ser tedawiya Ocalan heye. Mesele, CPT’ê di Îlona 2022’yan de ragihand ku serdana girtîgehê kir, di hevdîtina piştre bi parêzeran re kirî de ti agahî têkildarî vê serdanê nedan.   ‘YEKANE RÊYA AŞTIYÊ MUZAKEREYA BI OCALAN RE YE’   Yekane rêya aştiya di navbera gelên Tirk û Kurd de, diyalog û muzakereya bi Abdullah Ocalan re ye, Serokkomar Erdogan bi hevdîtinên Osloyê (2009-2011) û pêvajoya Îmraliyê (2013-2015) re ev yek qebûl kiriye. Em daxwaz dikin ku ew ji Îmraliyê were berdan û muzakereyên hatine taloqkirin, jinûve bên destpêkirin.   Mirovên cîhanê aştî û siberojeke bi ewle dixwazin, em jî tevlî daxwazên wan dibin.”   LÎSTEYA ÎMZEVANAN   Navên îmzevanan bi vî rengî ne:   "Jody Williams, Xelata Aştiyê ya Nobel (1997)   Peter Agre, Kîmya, DYE, 2003   Thomas R. Cech, Kîmya, DYE, 1989   Martin Chalfie, Kîmya, DYE, 2008   Aaron Ciechanover, Kîmya, Îsraîl, 2004   Johann Deisenhofer, Kîmya, Almanya, 1988    Gerhard Ertl, Kîmya, Almanya, 2007   Joachim Frank, Kîmya, DYE/Almanya, 2017   Walter Gilbert, Kîmya, DYE, 1980   Alan Heeger, Kîmya, DYE, 2000   Richard Henderson, Kîmya, Qraliyeta Yekgirtî, 2017   Robert Huber, Kîmya, Almanya, 1988   Martin Karplus, Kîmya, DYE, 2013   Roger D. Kornberg, Kîmya, DYE, 2006    Yuan T. Lee, Kîmya, Japonya, 1986   Michael Levitt, Kîmya, DYE/Îsraîl/Qraliyeta Yekgirtî, 2013   Hartmut Michel, Kîmya, Almanya, 1988   Paul L. Modrich, Kîmya, DYE, 2015   John C. Polanyi, Kîmya, Kanada, 1986   Jean-Pierre Sauvage, Kîmya, Fransa, 2016   Richard R. Schrock, Kîmya, DYE, 2005   Sir James Fraser Stoddart, Kîmya, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 2016   Arieh Warshel, Kîmya, Îsraîl, 2013   Sir Oliver Hart, Aborî, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 2016    Finn E. Kydland, Aborî, Norveç, 2004   Eric S. Maskin, Aborî, DYE, 2007   Edmund S. Phelps, Aborî, DYE, 2006   J. M. Coetzee, Wêje, Efrîqaya Başûr, 2003   Elfriede Jelinek, Wêje, Avusturya, 2004   Herta Müller, Wêje, Almanya, 2009   Orhan Pamuk, Wêje, Tirkiye, 2006   Wole Soyinka, Wêje, Nijerya, 1986   Harvey J. Alter, Tip, DYE, 2020   Andrew Z. Fire, Tip, DYE, 2006   H. Robert Horvitz, Tip, DYE, 2002   Tim Hunt, Tip, Qraliyeta Yekgirtî, 2001   Louis J. Ignarro, Tip, DYE, 1998   Barry J. Marshall, Tip, Avustralya, 2005   Ardem Patapoutian, Tip, Lubnan/DYE, 2021   Sir Peter J. Ratcliffe, Tip, Qraliyeta Yekgirtî, 2019    Charles M. Rice, Tip, DYE, 2020   Sir Richard J. Roberts, Tip, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 1993   Michael Rosbash, Tip, DYE, 2017   Gregg L. Semenza, Tip, DYE, 2019   Jack W. Szostak, Tip, Qraliyeta Yekgirtî /DYE, 2009   Mairead Corrigan-Maguire, Aştî, İrlanda, 1976   Shirin Ebadi, Aştî, DYE, 2003   Adolfo Perez Esquivel, Aştî, Arjantîn, 1980   Dmitry Muratov, Aştî, Rûsya, 2021   Oscar Arias Sanchez, Aştî, Kosta Rika, 1987   Kailash Satyarthi, Aştî, Hindîstan, 2014   Rigoberta Menchu Tum, Aştî, Guatemala, 1992   Jody Williams, Aştî, DYE, 1997   Barry Clark Barish, Fîzîk, DYE, 2017   J. Georg Bednorz, Fîzîk, Almanya, 1987   Steven Chu, Fîzîk, DYE, 1997   Albert Fert, Fîzîk, Fransa, 2007   Sheldon Glashow, Fîzîk, DYE, 1979   David J. Gross, Fîzîk, DYE, 2004   Serge Haroche, Fîzîk, Fransa, 2012   Gerardus 't Hooft, Fîzîk, Holanda, 1999   Takaaki Kajita, Fîzîk, Japonya, 2015   Ferenc Krausz, Fîzîk, Avusturya, 2023   John C. Mather, Fîzîk, DYE, 2006   Michel Mayor, Fîzîk, Swîsre, 2019   Konstantin Novoselov, Fîzîk, Qiraltiya Yekgirtî, 2010   Giorgio Parisi, Fîzîk, Îtalya, 2021   Roger Penrose, Fîzîk, Qiraltiya Yekgirtî, 2020   Robert Woodrow Wilson, Fîzîk, DYE, 1978   David J. Wineland, Fîzîk, DYE, 2012."