Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin 2024-10-17 11:28:02   STENBOL - Agirbesta di navbera hikûmeta Kolombiyayê û endamên FARC’ê yên kevin de ji bo 6 mehên din hate dirêjkirin.    Di encama muzakereyên di navbera hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çedkar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de, agirbest ji bo 6 mehên din hate dirêjkirin. Di encama hevdîtinên di navbera nûnerên delegasyona aştiyê ya girêdayî hikûmetê û Estado Mayor Central (EMC) de ku rêxistina sîwan a FARC’ê ye, agirbest ji bo 6 mehan hate dirêjkirin.    DÊ HETA 15’Ê NÎSANÊ DE MERIYETÊ DE BE    Li gorî biryarnameya bi dîroka 15’ê cotmehê ya ji hêla Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro ve hatiye îmzekirin, agirbest dê heta 15’ê nîsana 2025’an di meriyetê de be. Her wiha hate gotin ku agirbest dê her 3 mehan carekê were nirxandin û divê her du alî li gorî peymanê tevbigerin.    Ji ber ku EMC di navbera xwe de dabeş bûye, hevdîtin bi sê eniyên rêxistinê Calarca Cordoba Alexander Mendoza, fermandar Gentil Duarte û fermandar Jorge Suarez Briceno re hatin kirin. Pevçûnên di navbera baskên din ên EMC’ê ku ji hêla Nestor Gregorio Vera yê bi navê “Ivan Mordisco” tên birêvebirin de jî hêj berdewam in.