Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin 2020-07-15 09:12:51 ÎZMÎR - Ekolojîst Ertûgrûl Barka ji bo Heskîfa di bin avê de hat hiştin diyar kir ku bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye û got: "Şaristaniyek, ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin." Her diçe bîlanço û texrîbata bendava ku heskîfê di bin avêd e hişt zêde dibe. Lê belê hikûmet û saziyên çapemeniyên yên girêdayî hikûmetê jî vê yekê manîpule dikin û wekî tiştek baş hatibe kirin nîşan didin. Çend roj berê Ajansa Anadolûyê (AA) wêneyê  Heskîfê yên dawî parve kiribû û gotibû "Heskîfa bi ruyê xwe yê nnû li benda mêvanê xwe ye." Ekolojîst Ertûgrûl Barka, wêneyên ku bûn cihên bertekên tund şîrove kirin û got, bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye.    DÎROK Û XWEZA DI BIN BETONÊ DE HAT HIŞTIN    Barka ku got "Wexta welatiye biçe Heskîfê wê ji xeynî qirkirineke çandî û dîrokî tu tiştî nebîne" û got, bi bendavê re çand û dîroka bajêr di bin betonê de hatiye hiştin.    ‘CÎHAN HAY ZIRARÊ HEYE, LÊ BÊDENG E'    Barka, anî ziman ku ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha polîtîkayên ji bo tunekirina çand û dîrokê qet enguherîne û got, li welêt mafê jiyanê yê çand û baweriyan tê binpêkirin. Barka, got: "Tunekirina Heskîfê berdewama vê polîtîkayê ye. Çi astengiyên li ber tîrkîbûnê hebin gişa ji holê radikin. Li wir çandekê, dîrokekê, bîrekê tune dikin. Kokên mirovan ji holê radikin. Eynî wekî Kurdistana Îranê ku ava li nêzî Palanganê ji çiyê diherikî û ji bo kurdan pîroz bû, rabûn bendav danîn ber. Li vira jî bi tunekirina Heskîfê gelek nirxên din jî tune dikin. Cîhan hay ji zirara li Heskîfê hatiye kirin heye. Lê giş bêdeng in. Hin berhem hene malê mirovahiyê ne."    Barka, anî ziman ku nha têketina her bajarî dişibe hev du û got, kesayetya bajaran nemaye. Barka got: "Kesayetiya welêt jî nemaye. Ev welat, bi tunekirina Heskîfê asas kesayetiya xwe tune kir. Dawiya dawî wê di bin vê enqaza çandî de bimînin. Mîrateyeke .andî a 12 hezar salan, şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin. Ma wijdanê mirovahiyê qebûl dike? Helbet li Heskîfê mesele ne aborî ye. Mesele armancên polîtîk û eskerî ye. Hem erdnîgariyê hem jî jiyanê tune dikin û pêşkeşî xwe dikin. Ev siyaseteke ku partiyên dewletê li ser li hev dikin."   Herî dawî Barka got: "Divê em Heskîfê û Behra Reş bi hev re bifikirin û li xaleke hevpar bînin cem hev."