Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya 2020-07-21 09:14:21   ÊLIH – Li bajarê qedîm Heskîfê ku ketiye bin Bendava Ilisûyê ji ber avxwînê Qesra Biçûk a 900 salî bi hilweşandinê re rûbirû mabû. Vê carê jî betona li dora qesrê hatibû rijandin hilweşiya.    Bajarê qedîm Heskîf ku xwedî dîroka 12 hezar salan e di bin ava Bendava Ilisûyê de hat hiştin. Cihên dîrokî yên li Heskîfê di bin navê parastinê de bi rêbaza “enjeksiyon” bi betonê hatin dorpêçkirin. Bi dehan şikeft bi betonê hatin girtin. Yek ji van cihên dîrokî jî Qesra Biçûk a xwedî 900 salî ye. Tê gotin xwestine bi betonê vê qesrê biparêz in lê ewil bi avxwînê re rûbirû ma û di bin avê de ma. Piştî qesr bi avê re rûbirû ma niha jî ew betona ku li derdora qesrê hatibû rijandin hilweşiya û qesr bi hilweşandinê re rûbirû maye.    MA / Metîn Yoksu