Bendavê felaketê aniye serê gundiyan 2020-07-22 09:28:06 ÊLIH – Şêniyên gundên mal û milkên wan di bin bendav Ilisûyê de man diyar kirin ku bendavê ji bilî felakete tiştek din nedaye wan.  Li gorî daneyên fermî navçeya Heskîfê, 108 gund û 42 mezra di bin Bendava Ilisûyê de man. Li gorî daneyên Kordînasyona Heskîfê jî 199 jîngeh di bin bendavê de man e. Li gel gund, mezra û navçeyê Girikê Çattepe (Tell-Fafan) yê dîrokî û bi hezaran eraziyên xelkê jî ketin bin avê. Felaketa bendavê li gundê Bedîa yê girêdayî navenda Êlihê xwe radixe ber çavan.    XANIYAN DIXWAZIN    Şeniyên gundê Bedîa diyar dikin ku ji ber tapûyên wan tune bûne xanî nedane wan û daxwaza xaniyan dikin û radigihînin ku ew di rewşek zehmet de mane.    'ME BENDAVÊ NEXWESTIYE’    Şêniyê gundê Bedîa Bîlal Taner diyar kir ku bendav ne li ser daxwaza wan hatiye çêkirin û ew bedelên mal û milkên xwe dixwazin.    Hacîr Taner jî da zanîn ku jiyana wan bi salan di bin avê de maye û bendavê ji xeynî felaketê tiştek ji wan re neaniye û got: “Kî bendavê xwestiye? Me nexwestiye. Tevî nerazîbûna me jî bendavê çêkirin. Va halê me li holê ye û em dikarin çi bêjin.”    JI BILÎ WÊRANKIRINÊ TIŞTEK NEDAYE WAN   Şêniyên mezra Şerikê ya girêdayî gundê Bedîayê jî dan zanîn ku mal û milkên wan hemû di bin avê de mane û jiyanek zehmet ji bo wan dest pê kiriye. Şêniyên mezrayê diyar kirin ku bendavê ji bilî ziyan û wêrankirinê tiştek nedaye wan. Şêniyên mezrayê xwestin pirsgirêkên wan werin çareserkirin.    MA / Metîn Yoksû