Li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn 2020-07-24 09:43:46   ÇEWLIG – Li Çewligê ji bo nêçîra pezkoviyan destûr hat dayîn.    Miduriyeta Giştî ya Parkên Netewî û Parastina Xwezayê ya Girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan “Fermana Sepana Turîzma Nêçîrê” weşand. Di vê fermanê de nêçîra pezkoviyên li Çewligê jî têde cih girtiye. Ev fermanname ji bo nêçîra 2020-2021’an destûr hatiye dayîn û qadên nêçîrê diyar kirine.    Li Dersimê jî îhaleya nêçîra pezkoviyên li Dersimê hatibû dayîn û li ser nerazîbûna xelkê biryara îhaleyê hat betalkirin.