Dadgehê biryara nêçîrkirina pezkoviyan da sekinandin 2020-08-29 21:59:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Çandinî û Daristanê nêçîrkirina 26 pezkoviyan dabû ber îhaleyê. Lê belê Dadgeha Îdareyê ya Erzinganê biryara îhaleya nêçîrkirina pezkoviyan da sekinandin.    Wezareta Çandinî û Daristanê di 3'yê Tîrmeha 2020'an de nêçîrkirina 26 pezkoviyan dabû ber îhaleyê. Lê belê Dadgeha Îdareyê ya Erzinganê biryara nêçîrkirina pezkoviyan da sekinandin. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku nesla pezkoviyan li ber tunebûyînê ye, lewma bi her awayî mudaxilekirina wan qedexe ye.