Li Geliyê Godernê paqijiya derdorê kirin 2020-09-05 17:17:28   AMED – Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl çûn Geliyê Godernê û paqijiya derdorê kirin û banga xwedî derketina qadên jiyanê kirin.    Nûner û rêveberên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Meclîsa Jinan a DTSO’yê, GUNTÎAD, Desteya Ciwanan a Xwedî Hewldan a TOBB’a Amedê , Platforma Turîzmê ya Amedê, Kuluba Duçerxan a Tîgrîsê, Teknolojiyên Hawirdorê yên Unîversal û Weqfa TEMA çûn serdana Geliyê Godernê ya di navbera navçeyên Farqîn û Pasûrê yên Amedê û li derdorê paqijiyê kirin. Nûneran diyar kir ku ew ê vê mehê kampanyaya “Em ji bo Ameda xweşik dest bidin destê hev” bidin destpêkirin û hin rêzeçalakiyan li dar bixin.    Nûneran eşkere kir ku wan ji Geliyê Godernê nêzî 500 kîloyî çop berhev kirine. Nûneran da zanîn ku ev qada jiyanê û seyrangehê ya Geliyê Godernê wek parçeyek bihûştiyê ye û xwest her kes xwedî li qadên xwe yên jiyanê derkevin.