Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye 2020-10-02 09:08:46 DERSIM – Li Dersimê tê xwestin 11 herêm bibin qadên madenê. Welatiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan gotin: "Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye. Em mecbûr in xeteke têkoşînê ya ekolojîk ava bikin."  Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG) ji bo 11 herêmên Dersimê ruxseta madenê da. Wê li van deran bi siyanurê li zêran bigerin. Dersimiyan, diyar kirin ku ew qadên madenê naxwazin û li dijî talankirina xwezayê bal kişandin ser xeteke têkoşînê ya ekolojîk.    ‘DAREKE ME YA KU EM WINDA BIKIN TUNEYE'    Mert Çûhadar, destnîşan kir ku têkiliya îqtidarê ya ewil a mirovan li dijî xwezayê ye û got, ev têkiliya serdestiyê di kategoriyên cuda de didome. Çûhadar destnîşan kir ku civakên çînî, darên ku nikarin siha wê bifiroşin dibirin û got, bi vî awayî têkiliya bi xwezayê re dibe yekalî. Çûhadar got: "Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye. Em mecbûr in xeteke têkoşînê ya ekolojîk ava bikin. Qadên madenê yên li vê derê pirsgirêka tevahiya gelê Dersimê ye, li Balikesîrê lêgerîna zêran pirsgirêka hevpar a erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê ye."    ‘WÊ ÇEŞITDARIYA LI XWEZAYÊ KÊM BIBE'    Dîlan Bîçîcî jî destnîşan kir ku li her deverê Tirkiyeyê talankirina xwezayê didome û got, li Dersiê şewitandina daristanan polîtîkaya dewletê ye. Bîçîcî, bilêv kir ku divê li dijî qadên madenê rabin û got: "Niha ji bo bi siyanurê li zêran bigerin hawizek tê çêkirin. Mesela gava em şekir davêjin çayê dihele. Bi taybetş siyanurê datînin deverên çiyê yên zû dihelin û li vê derê hawizekî emzin çêdikin. Di van hawizan de xesar çêdibe. Wê lêgerîna zêarn a bi siyanurê zirarê bide heywan, çûk û masiyan. Masî ji ber siyanurê zû dimirin. Wê bi vî awayî çeşîtdariya li xwazyê kêm bibe."    ‘JI BO EM LI DIJ RABIN EM LI VÊ DERÊ NE'    Bîçîcî anî ziman ku bi siyanurê lêgerîna zêran projeyeke kuştina xwezayê ye û got: "Wê ji ber vê mirov ji gundê xwe, ji malên xwe û ji warên xwe sirgû bibin. Ji bo em li ber vê yekê rabin em li vê derê ne."    Hatûn Sevîl jî destnîşan kir ku li dijî lêgerîna madena ne û got: "Bila zirarê nedin axa me. Bila warê me xirab nekin. Bila şerm bikin. Her derî jehrî dikin. Gel kar û barê xwe dike. Heger axa me jehrî bikin em ê çi deynin? Zirar dan avzêmên me. Niha jî çav berdana çiyayên me. Bila dest ji xwezaya me berdin."    ‘EM BIBIN YEK, EM NEHÊLIN'    Gulender Kaçmaz jî bertek nîşan da û got, li Dersimê bi hezaran nebatên endemîk, ziyaretgeh û gelek cureyên heywanan hene. Kaçmaz, bilêv kir ku naxwazin zirar bigihê axa wan û got: "Em li vê derê zirarê nadin hirçan, guran û pezkoviyan. Lê ew ji bo zirarê bidin wan çi ji destê wan tê dikin. Em li dijî madena ne. Bila zirarê nedin xwezaya me. Wê ji ber vê mirov bêtir koç bikin. Em bibin yek û nehêlin xweza bê talankirin."    MA / Ayşe Surme